Ji bo tevlibûna panela ‘Tecrît û jenosîdê’ bang 2017-10-07 11:43:39   AMED - TJA, ji bo panela bi şîara “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” sibe li dar bixe, banga tevlîbûnê kir.     Tevger Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em ê komkujiya li ser jinê rawestîn in, jiyanê azad bikin” sibe saet 12.00 li Salona Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” panelekê  li dar bixe.   Di panelê de dê mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komkujiyên li dijî jinan bên dest girtin. Aktîvîsta TJA Fîgen Ektî dê moderatortuya panelê bike û Berdevkê KJA ku KHK’ê girt Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal di panelê de dê biaxivîn.      TJA, banga li hemû jinan kir ku beşdarî panelê bibin.