Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin 2022-07-14 09:35:12   ÎZMÎR - Hate diyarkirin ku Kader Degîrmen a li navçeya Bûcayê dijiya, hatiye qetilkirin.    Li maleke çewlikê ya li Taxa OSB ya navçeya Bûca ya Îzmîrê saet di 01.30'an de cenazeyê Kader Degîrmen (38) hate dîtin. Cenazeyê Degîrmen a tê diyarkirin ku hatiye qetilkirin, piştî lêkolîna dozger rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.    Hate hînbûn ku gumanbar H.D. ê tê diyarkirin ku Degîrmen qetil kiriye hatiye binçavkirin.