Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin 2022-07-24 09:02:31   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi awayekî herî dînamîk dest bi serdema nû kiriye û got: "Em bi biryar in ku di serdema pêş de li her derî bi rêxistinkirina Meclisên jinan ên xurt, bi rêxistinkirina xebateke kolektîf a bi rêxistinên jinan re rêxistinbûyînê û têkoşînê mezintir bikin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin di 16'ê tîrmehê de civîna ewil a Meclisa Jinan li dar xist. Geşedanên di siyaseta Tirkiyeyê û cîhanê de, êrişên li ser destkeftiyên jinan, di serdema nû de awayê xurtkirina têkoşîna jinê hatin nîqaşkirin. Li Tirkiyeyê ku êrişên li ser jinan veguherîne "qirkirinê", Meclisa Jinan a HDP'ê bi biryar e ku di serdema nû de têkoşîneke rêxistinkirî û dînamîktir bimeşîne.   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî bibîr xist ku wan kongreya xwe bi rengê mor boyax kiriye û got, ew ê bi Mecliseke jinan a xurt û dînamîk rêya xwe bidomînin. Başaran destnîşan kir ku biryara Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de li bara jinan biryareke bêhukm e û got: "Em ê Peymana Stenbolê pêk bînin."    Başaranê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên li ser polîtîkayên serdema nû, biryarên wan û êrişên li ser jinan bersivand.   HDP'ê kongreya xwe ya asayî ya 5'an li dar xist. Tevî hemû zext û zoriyên li ser partîya we bi deh hezaran kes, bi piranî jî jin, beşdarî kongreyê bûn. we kongreya partiya xwe çawa nirxan? Gel peyameke zelal da desthilatê?      Ji Behra Reş heya bi çar aliyên Kurdistanê gel hatin kongreyê. Ev yek nîşaneya herî zelal bû ku HDP xwedî fikreke ku ji sînorên Tirkiyeyê wêdetir e û li qada navneteweyî jî tê qebûlkirin. Peyama biryardayînê û baweriyê hat dayîn.    Beriya kongreyê me ev girse, coş, biryar û moralê texmîn dikir. Ji lew re têkiliya me bi gel re heye, em baş dizanin ku ev civak, jin, ciwan, kedkar û kedkar çi dixwazin. Em baş dizanin ku HDP li vî welatî hêza çareseriyê ye, alternatîf e, hêviya vî welatî HDP ye. Kongreya ku me li dar xist ji bo kesên ku nizanin pir baş bû. HDP ji sala 2015’an ve di bin êrişên sîstematîk de ye. Li hemberî êrişeke ev qasî sîstematîk, dîmeneke ku desthilatê texmîn nedikir di kongreyê de derket holê. Wan jî texmîn dikir dê hinekî xurt derbas bitabelayan e, fikirek e û ev fikir di nava hemû civakê de hatiye rûniştandin. Civakê got, 'Em li vir in'. Ji Behra Reş heya bi çar aliyên Kurdistanê gel hatin kongreyê. Ev yek nîşaneya herî zelal bû ku HDP xwedî fikrek e ku ji sînorên Tirkiyeyê wêdetir e û li qada navneteweyî jî tê qebûlkirin. Peyama biryardayînê û baweriyê hat dayîn. Edaletgeran da xuyakirin ku rêyeke xwegihandina edaletê jî mezinkirina têkoşîna HDP'ê ye. Li dijî polîtîkaya tunekirina jinê, jin bi rengên xwe li wir bûn. Aliyekî kongreyê bi rengê mor hat boyaxkirin. Çendî her parçeyên Tirkiyeyê behsa nekiribin ku çareserî HDP ye jî, lê bi hebûna xwe ya ev yek nîşan dan.    Piştî kongreyê Meclisa Jinan a HDP'ê li hev civiya. Di serdema nû de di Meclisa Jinê de jî guhertinek mezin çêbû. Civîna we ya ewil çawa derbas bû? Çi hat nîqaşkirin?   Ji bo me her destpêkek bi xwe re kelecanekê tîne. Em hemû kesên li wê hêwanê bi kelecana ku em wekî cara ewil hatibin li wir bûn. Di Meclisa me ya jinan de hin guherîn hatin kirin, hevalên me yên ciwan û dînamîk di vê serdemê de di Meclisa me ya jinan de cih girtin. Ji bilî ciwanan û dînamîzmê, hevalên me yên xwedî ezmûn jî hene ku ji roja destpêkê ve fikra HDP'ê bi rêxistin kirine. Meclisa jinan ku ji van her du pêkhateyan pêk tê, wê di vê serdemê de xebatên xwe bimeşîne. Li aliyê din cihêrengiya ku di hêwana me ya kongreyê de derket holê, di Meclisa me ya jinan de jî derket holê. Siyaset qadeke dînamîk e ku her tim xwe nû dike. Têkoşîna jinê jî parçeyeke ji vê qada dînamîk e. Me civîneke bi coş û bi moral pêk anî.   Me kêmasiyên xwe yên berê dan ber nîqaşê. Me di vî warî de xwe rexne kir û ji bo em di vê heyama nû de van kêmasiyan ji holê rakin me rê û rêbazên wê nîqaş kirin. Me pêvajoyek du sal û nîv li pey xwe hişt. Li gel têkoşîna jinê, me awayê çalakkirina hêza dînamîk a jinê ya di nava siyaseta Tirkiyeyê de, awayê zêdekirina tevkariya xwe ya di veguhertina siyasetê de, awayê parastina destkeftiyên û zêdekirina wan me dan ber nîqaşê.   Di nîqaşan de we ji kêmasiyên rû dane ewilî kîjanê tespît kir? Ji bo vê yekê plansaziyek hat çêkirin?      Em bi biryar in ku di serdema nû de li her derî Meclisên jinan xurttir bi birêxistin bikin, bi saziyên din ên jinan, tevgerên jinan ên femînîst re zêdetir tevbigerin, xebateke kolektîf organîze bikin û li dijî vê rejîma faşîst têkoşînê mezin bikin. Me koordînasyonek diyar kiriye, dê van xebatan birêxistin bike û biryaran pêk bîne.   Amûra xweparastinê ya herî girîng a li hemberî êrişên sîstematîk xwebirêxistin bkirine. Li dijî feraseta serdestiya mêr û dewletê xwebirêxistinkirin û hebûna li qada rêxistinkirinê rêbazeke herî bingehîn a xweparastinê ye. Di vê serdemê de em ê çawa xwe hîn bêtir bihêz û birêxistin bikin? Em dikarin çawa têkiliya xwe bi gelê herêmê re saz bikin? Me ev hemû nîqaş kirin. Hin Meclisên me yên jinan hene ku me ew li herêman birêxistin kirine, lê em bi biryar in ku di serdema nû de li her derî Meclisên jinan xurttir bi birêxistin bikin, bi saziyên din ên jinan, tevgerên jinan ên femînîst re zêdetir tevbigerin, xebateke kolektîf organîze bikin û li dijî vê rejîma faşîst têkoşînê mezin bikin. Me koordînasyonek diyar kiriye, dê van xebatan birêxistin bike û biryaran pêk bîne. Ez di wê baweriyê de me ku em ê bi vê koordînasyonê Meclisa xwe ya jinan bihêztir bi rêxistin bikin. Em ê bi awayekî bihêztir vegerin. Berevajî feraseta ku dibêjin 'HDP tê girtin, mirov nikarin siyasetê bikin', jin tevî hemû kêmasiyan jî wekî qada herî bi ewle ya siyasetê bi me re di heman rêya meşiyan. Cudatiyeke vê serdemê jî, me Desteya Şêwirmendiyê ava kir. Li wir jî hevalên me yên xurt hene. Hevalên me yên akademîsyen hene. Ji akademîsyenên ku di desteya me ya şêwirmendiyê de cih girtin Şebnem Ogûz, ji ber ku piştgiriya partiya me dike îstifakirin lê hat ferzkirin. Ev yek jî nîşan dide ku bê di HDP'ê de siyaset çi qasî dijwar e. Ev yek nîşan dide ku piştevaniya bi HDP'ê re û pêwendiya pê re xetereyeke mezin e. Têkoşîna jinê wisa ye, xwe dide ber rîskan. Jin bi salan li dijî feraseta serdestiya mêr têkoşiyan û hay ji vê xetereyê hene... Hevala me Şebnem Ogûz helwesta xwe bi zelalî anî ziman. Di vê peyama wê ya zelal de me jinan careke din bi hev re binî wê xêz kir.    Em dibînin ku jin li gel hemû zextên li ser partiya we bi gotina “Jin xwe diavêjin ber xetereyê" hîn bêtir bi HDP'ê re eleqedar dibin. Çima jin HDP'ê tercîh dikin?   HDP têkoşîna jinê ji dil dimeşîne, di vî warî de her kes zelal e. Desthilat û jinên di nava desthilatê de jî vê yekê dizanin. Dema em li dîroka HDP'ê dinêrin, çendî xwedî dîrokeke deh salan be jî, lê bi rastî jî mîrateya têkoşîna jinê hem ji têkoşîna jinên femînîst hem jî ji têkoşîna tevgera jinên kurd digire. Hemû tecrûbeyên jinên li cîhanê têdikoşin di xwe de dihewîne. Bi têkoşînê veguhertinekê diafirîne. HDP ji bo jinan veguhertineke mezin a civakî afirand. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku serdestiya mêr pir pêşketî ye, bi rêgeza hevserokatiyê ya herî nepêkan bi dest xist. Bi şaredariya jinê ya di şaredariyan veguhertineke mezin çêdike. Bi rêxistinbûna xwe ya xweser a di nava partiyê de nîşanî jinan dide ku dikarin siyaseteke berovajî siyaseta hînkirî bikin û siyaseta demokratîk perspektîfeke HDP’ê ye. Dayikeke 70 salî, jineke li nava zeviyan dixebite, akademisyeke li zanîngehan, bijîşk û parêzerek jî xwe di partiya me de dibîne. Ji ber ku li vir qada desthilatê hatiye serobinokirin, jin xwe li vir baş hîs dikin.   Di nava HDP'ê de şêwazeke siyaseta burokratîk tune ye. Jinek li taxa xwe dikare bibe parçeyeka Meclisa jinan. Ji ber ku em partiyeke ku civakbûna siyasetê diparêzin. Jineke kedkar, jineke elewî û jineke akademîsyen jî dizane ku di nava HDP’ê de mafên wan û hiqûqa wan tên parastin. Kêmasiyên me hene, nêzîkatiyeke me ya wekî 'me desthilatdariya mêr ji holê rakiriye' tune ye. Ev yek dê têkoşîna me paş de bibe. Em têkoşînê wekî nêzîkatiyeke ku divê her tim bidome dibînin. Em dizanin ku me ev bawerî ava kiriye, lê divê em hinekî din jî ava bikin.   Di civînê de ji planên girîng yek jê jî zêdekirina rêxistinbûnê bû. Dê Meclisa Jinan di serdema nû de xebatine çawa bike? Plansaziyeke we ya berbiçav heye?   Me di civîna xwe de pêşnîqaşek kir. Hê plansaziyeke me ya berbiçav tune ye, lê em hewl didin ku planên xwe bi awayekî berfireh nîqaş û berbiçav bikin. Piştî em bi hevserokên xwe, pêkhateyên xwe û hevalên me yên jin ên di nava HDK'ê, rêxistinên bajar û navçeyan de nîqaş bikin wê plansaziyeke zelal derkeve holê. Yek ji planên me yên sereke yên vê serdemê “xwebirêxistinkirin” e. Ji bo li her derê Meclisên jinan bên avakirin û birêxistinkirin em tevî tevgerên jinan plansaziyeke kolektîf nîqaş dikin. Polîtîkayeke tahdeyê ya li ser jinê heye ku gihîştiye asta “qirkirin". Dê plansaziyên me çêbibin ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên sîstematîk. Her wiha em ê ji bo tecrîdê û têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nexşerêyekê diyar bikin.   Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyamine girîng dan muxalefetê ûd etshilatê, nexasim jî ji bo hilbijartina bê. We Meclisa Jinê ev nîqaş û peyam çawa nirxandin?      Wê jin serdema nû diyar bikin, jin wê Tirkiyeya nû ava bikin. Siyasetek ku vê yekê paşguh bike, dê winda bike. Gava me helwesta xwe diyar kir, dê sernavekî me yê sereke ev be.    Her du hevserokên me, berdevkê partiya me û desteyên erkedar dem bi dem di vî warî de daxuyaniyan didin. Ev peyam ku di encama nîqaşên desteyên me de hatine derketine holê. Di nava hemû saziyan de Meclisa me ya jinan jî heye. Nêzîkatiyeke me ya pir cuda nîn e. Li vî welatî pirsgirêka faşîzmê heye. Faşîzmek heye ku tifaqa AKP û MHP’ê hewl dide wê bi sazûman bike. Ji bo jiholêrakirina vê faşîzmê, tifaqa duyemîn a ku em jê re dibêjin maseya 6 partiyan ku xwe wekî alternatîf dihesibîne û bi vî awayî xwe nîşan dide, divê zemîneke nîqaşê ya zelaltir û berbiçavtir biafirîne. Me gelek caran gotiye; tu kes nikare HDP'ê û hêzên demokrasiyê mehkûmî bijartina du xiraban bike. Ji ber ku yek 'başê xiraban' e, em ne mecbûr in wî tecîh bikin. Em HDP ji fikra namzetên hevpar re vekirî ne. Em dikarin vê yekê bi awayekî zelal li bara raya giştî nîqaş bikin. Lê HDP ferzkirinê qebûl nake.   Helbet di warê jinê de jî pêwîstî bi nirxandinê heye. Tifaqa AKP û MHP’ê dema ku faşîzmê bi sazûman dike, bi awayek herî tundraw berê xwe dide destkeftiyên jinan. Em behsa rejîma mêr dikin ku jinê difetisîne, yên ji bo azadiyê têdikoşin dike hedef. Li aliyê din komeke ji 6 kesan pêk tê heye ku li ser maseyeke 6 nigî tên cem hev û bi zelalî nabêjin bê ka alternatîfa çareseriyê ji bo jinan çawa ye. Li aliyekî li ser jinan êrişine pir zelal tên kirin, li aliyê din jî nêzîkatiya reformxwaz heye. Kom 6 kesî ku hewl dide bi hin sererastkirinên biçûk jinan li dora xwe kom bike heye. Em dibînin ku yên li dora maseya 6 nigî kom bûne helwesteka wan a zelal a ji bo hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev, daxilbûna jinê ya nava siyasetê û hebûna wê ya di jiyana civakî de tune ye. Ev 6 kes ma dê bi nêrîna jinê li ser esasê çareserkirina hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê hûr bibin? Ev jî divê bên nîqaşkirin. Wê jin serdema nû diyar bikin, jin wê Tirkiyeya nû ava bikin. Siyasetek ku vê yekê paşguh bike, dê winda bike. Gava me helwesta xwe diyar kir, dê sernavekî me yê sereke ev be.    Hem di konferansê hem jî di kongreyê ji biryarên Meclisa Jinan a HDP'ê yek jê jî têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bû. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re cih bi cih spekulasyonên li ser Ocalan derdikevin holê. Hûn ê li dijî siyaseta tecrîdê têkoşîneke bi çi rengî bikin?    Tecrîd, yek ji rojeva me ya sereke ye. Tecrîd ne tenê meseleyeke ku mirov di çarçoveyek hiqûqî de wê binirxîne. Ev ne rêbazeke ku tenê birêz Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê dihewîne. Meseleyeke ku îro ro sîrateyî tevahiya civakê dike. Hemû derdorên civakê bi awayekî di bin bandora tecrîdê de ne. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser birêz Ocalan bi awayekî sîstematîk tê kûrkirin. Ev salek û nîv e ku tu pêwendî bi birêz Ocalan re nayê danîn. Ev pêkanînek e ku li tu derê cîhanê tune ye. Gava em di vê çarçoveyê de lê binerin a rast nêzîkatiya desthilatê ya ji bo pirsgirêka kurd di heman demê de tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dema em pêvajoyên tecrîdê binirxînin dîmenek ku tê de şer kûr bûye, mîlîtarîzm zêde bûye, tahdeya li ser jinê zêde bûye, krîza aborî kûr bûye dertê pêşiya me. Tecrîda li ser birêz Ocalan ne meseleyeke ku mirov paşguh bike. Me ji bo vê gelek caran bang kir û em ji vê têdikoşin. Ger tiştekî ku birêz Ocalan bibêje hebe divê her kes zanibe.   Divê bê dîtin ku peyamên spekulatîf ên desthilatê polîtîkaya şerê taybet e. Em pir eşkere dizanin; ev desthilat her ku ditengije serî li peyamên wiha dide û dixwaze serê civakê tevlihev bike. Têkoşîna li dijî tecrîdê yek ji têkoşîna me ya herî bingehîn e. Em bandora wê ya li ser civakê û girtîgehan dibînin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku her roj ji girtîgehan cenaze tên. Em Meclisa Jinan a HDP'ê em ê li dijî tecrîdê têkoşîneke xurtir û bibiryar bidin. Meşa Gemlîkê jî yek ji wan bû. Dê pêvajoya pêş de em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin û ji bo birêz Ocalan di şert û mercine azad de xwe îfade bike bitêkoşin. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û çareserkirina meseleyên Tirkiyeyeyê şansekî mezin e. Wekî ku di kongreya me de jî hatiye nîşandan, li dijî tecrîdê têkoşîn divê.   Gava mesele dibe Îmralî pozîsyona muxalefetê jî ne kêmî ya desthilatê ye. Herî dawî di AKP'ê de jî hat dîtin ku detshilata ku meseleya kurdî çareser neke ew ê birûxe. Di vir de divê muxalefet çi bibîne?      Divê muxalefet vê yekê baş bibîne; ji pirsgirêkên sereke yên vî welatî yek jê pirsgirêka kurd e. Me got, cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e. Lê ji muxatabên wê yekê jê birêz Ocalan e. Divê hem hem desthilat hem jî muxalefet vê yekê baş bibîne.   Divê muxalefet vê yekê baş bibîne; ji pirsgirêkên sereke yên vî welatî yek jê pirsgirêka kurd e. Me got, cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e. Lê ji muxatabên wê yekê jê birêz Ocalan e. Divê hem hem desthilat hem jî muxalefet vê yekê baş bibîne. Divê muxalefet berbayî lîstikên çikîr nekeve. Ne tenê ji bo vê meseleyê, her cara desthilat bi gotina "beka" ü "terorê" şer gurtir dike, muxalafet deng ji xwe nayne. Divê muxalefet ji bo dîtina rastiyê xwe binirxîne. Ji pirsgirêkên herî mezin ên muxalefetê yek jê di bin navê hesasiyetekê de û tirsa rayên netewperest biçin, nêzîkatiya wê ya ji bo pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Lê heya ev heqîqet neyê dîtin dê tu siyaset nikare bimeşe û dê nikaribin bibin daxwazkarê rêvebiriyê.    Şoreşa Rojava 10 sal li dû xwe hiştin. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di demeke ber bi hilbijartinê ve sinyalên êrişên li ser rojavayê dide. Divê jin li dijî helwesta desthilatê ya li hemberî Rojavayê ku di heman demê de şoreşa jinê ye, çawa têbikoşin?   Modela ku li Rojavayê derketiye holê ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû gelên cîhanê hêviyeke mezin e. Berevajî rejima ku pergala kapîtalîst li me ferz dike, pergaleke nû û herî demokratîk e ku jin pêşengiya wê dikin û gelan li hev dicivîne. Em dizanin ku li hemberî vê her tim êriş hene. Desthilatdarek heye ku gava Kobanê rizgar bû li ber ket. Ji ber ku alternatîf e, ev qasî hêrsê zêde dike. Ji ber ku îspat kir berevajî karektera AKP û MHP’ê karakterek heye, wekî talûke tê dîtin. AKP wekî “yek ziman, yek milet, yek zilam” bi rêz dike. LêŞoreşa Rojavayê tam berevajî vê, hemû nasname û cihêrengiyan di xwe de dihewîne û bi pêşengiya jinan ava dibe. Her wiha ji ber ku di nava vê de kurd hene, zêdetir hêrs dibin. Em dizanin ku AKP li hemberî destkeftiyên kurdan xwedî helwesteke êrişkar e. Li hemberî vê yekê di serî de jin pêwîst e hemû gelên cîhanê vê modela jiyana nû biparêzin. Krîzên ku ji aliyê netew-dewletê ve hatine afirandin, li me tên barkirin. Em gel, em jin em ê xwedî li Şoreşa Rojavayê derkevin. Di serkeftina li Kobanê de jin hebûn, bi piştgiriya hemû deverên cîhanê li ser pêyan ma. Niha dema ew dem e ku em xwedî li Kobanê û modela nû derkevin û wê biparêzin...   Dest ji şoreşê berde jin dest ji destkeftiyeke xwe ya biçûk jî bernedan...   Dest ji şoreşê berde jin dest ji destkeftiyeke xwe ya biçûk jî bernedan. Jin wê li dijî êrişan xwedî li şoreşa jinê ya Rojavayê derkevin. Çawa ku jinan serî li ber pergalên kapîtalîst ên serdestiya mêr serî netewandin... Jin li hemberî xetereyeke gelekî tarî têkoşiyan. Jin li dijî tarîtiya DAIŞ’ê ku jinan li bazarên koleyan difirot, jinan dikire mal û dest diavête wan şer kirin. Ev ne hêsan bû, axirê em behsa encameke ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da dikin. Ev destkeftiya hevpar a me hemûyan e û em ê bi hev re biparêzin. Rojava ji bo jinan hêvî ye ü em vê hêviyê hildigirin. Em dest ji vê hêviya xwe bernadin.   Şûraya Dewletê dozên jinan ên têkildarî betalkirina fesxikirina Peymana Stenbolê red kirin. Beriya biryara Şûraya Dewletê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag diyar kir ku pêwîstî bi Peymana Stenbolê tune ye û qanûna bi hejmara 6284'an têr dike. Piştre Şûraya Dewletê biryareke neyînmî da. Bi ya we ev yek teseduf e?       Peymana Stenbolê di meriyetê de ye û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê bêusûlî ye. Şûraya Dewletê biryar da, lê ev biryar nayê wateya ku ya hatiye kirin ne bêusûlî ye. Zilamek bi tenê nikare biryarê li ser navê bi mîlyonan jinan bide. Ên îmze danîn bin wê peymanê jin bûn.   Bekîr Bozdag jî di nav de divê ev peyam bê dayîn ji bo hemû mêrên li ser navê jinan diaxivin; Bes li ser navê me biaxivin û biryarê bidin. Êdî nayê qebûlkirin ku mêr li ser navê me pêdiviyên me bînin ziman. Peymana Stenbolê ew peyman e ku jinan bi kedeke mezin ew bi dest xist. Jixwe em ji Şûraya Dewletê ne li benda biryareke pir cuda bûn. Em baş dizanin ku li vî welatî darazek adil û bêalî tune ye û tu daraz xwe bi girêdayî Destûra Bingehîn  hîs nake. Daraza vî welatî niha ne girêdayî destûra bingehîn, girêdayî qesrê ye. Ne bi wijdanê xwe, bi fikra AKP'ê tevdigere. Wezîrê Dadê nivîsevanê biryarê ye. Ên biryarê dinivîsin Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Navxweyî, rayedarên qesrê û Serokkomarê AKP'î ye. Em ne li benda encamek cuda bûn, lewma em tenê li hêwanên dadgehê neêtkoşiyan. Me li kolanan û Meclisê jî têkoşîna xwe domand. Em dizanin ku bê ka daraza mêr çi biryaran dide, ev ne cara yekem e, em tim dibin şahid. Herî dawî me di doza Pinar Gultekînê de dît. Mêrê ku Pinarê qetil kir, bi "tehrîka neheq" hat xelatkirin. Mîna zilamên ku berê qerewat dixistin stuyê xwe. Di dema nîqaşên li ser Peymana Stenbolê de gava jin diçûn qereqolan biryarên parastinê nedihatin dayîn. Lewma haya me ji pratîka ku dê darazê ew eşkere bikirana hebû.   Peymana Stenbolê di meriyetê de ye û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê bêusûlî ye. Şûraya Dewletê biryar da, lê ev biryar nayê wateya ku ya hatiye kirin ne bêusûlî ye. Zilamek bi tenê nikare biryarê li ser navê bi mîlyonan jinan bide. Ên îmze danîn bin wê peymanê jin bûn. Li Meclisê hat îmzekirin, lê yên têkoşiyan jin bûn. Peymana Stenbolê hê jî di meriyetê de ye, lê dê pêkanîna wê di destê me de be, dê ev desthilat biçe. Ji bo neçe li ber xwe dide, her cure rêbazan bi kar tîne, her cure dînîtiyê dıke, lê dema ew biçe dê jin bên û dê jin vî welatî bi rê ve bibin û em ê Peymana Stenbolê pêk bînin.   Dema ku Peymana Stenbolê di meriyetê de bû jî ji bo pêkanîna wê têkoşîn hebeû. Ma qanûna bi hejmara 6284'an ne qanûnek e ku îro di çarçoveya Peymana Stenbolê de hatiye çêkirin? Ev qanûn jinan diparêze?   Tahdeya li ser jinê, zayendperestî û newekheviya zayendî ne tişt e ku tenê bi qanûnan bên sererastkirin. Ev meseleyeke siyasî ye, lewma em dibêjin tahdeya li ser jinê siyasî ye. Pergaleke ku bi daraz, çapemenî, diyanet, qanûndanîn û rêvebirinê li ser dijminatiya li hemberî jinê hatiye avakirin heye. Ji ber vê yekê divê têkoşîn piralî be. Ji bo pêkanîna 6284’an jî em ê têbikoşin, lê qanûna bi hejmara 6284’an ttêr nake. Dema ku jin diçin qereqolê û daxwaza parastinê dikin, daxwazên wan ên parastinê pêk nayên. Di meseleyek sîrayetî tevahiya civakê kiriye de endamên darazê cezayê mêran kêm dikin. Li vî welatî şopandina domdar hîn jî ne sûc e. Peymana Stenbolê di warê hiqûqî de ji bo parastina jinan hin sererastkirinên qanûnî di xwe de nahewîne. Peymaneke sîwanî bû ku ji bo hemû qadên jiyanê xwedî pêşbîniyekê bû. Têkildarî vê gelek gav hebûn diviyabû bihatana avêtin. Ev ne tenê meseleyeke ku divê bi sererastkirinên hiqûqî bê helkirin. Veguherîna ferasetî divê ji bo me hemûyan. Heya veguherandineke piralî neyê afirandin, dê tu kes ji me nikaribe xwe ji êrişên gihaştine radeya qirkirinê xelas bike. Em Meclisa Jinan a HDP’ê em hewl didin têkoşîna piralî mezin bikin.   Li bajarên herêmê pirsgirêkên ekolojiyê pir zêde ne. Li Şirnexê di demên dawî de her roj bi awayekî bêperwa dar tên birîn. Li hemberî vê yekê wê bersiva jinan çawa be?   Nêzîkatiya ekolojiyê girêdayî polîtîkayên şer ên vê desthilatê ne. Dema xwezayê dide ber talankirin û rantê û şer kûr dike, em hemû bi vê pêvajoyê re rû bi rû dimînin. Em li Kurdistanê talaneke pir cuda dibînin; bendavên ewlehiyê, rê û pir yanî bi awayekî piralî bi ser wê de diçin. Wekî şewitandina daristanên HErêma Egeyê, ev yek nîşaneya polîtîkaya rantê ye. Em HDP di her serdemê de polîtîka û têkoşîneke me ya berfireh heye ji bo ekolojiyê. Em bi biryar in ku di vê serdemê de têkoşîna ekolojiyê ya jinê hîn berfirehtir bikin. Weke ku me di têkoşînên din de jî dît, di têkoşîna ji bo ekolojiyê de jî jin li pêş in. Jin ji Îkizdereyê heta Şirnexê ji bo parastina xwezaya xwe têkoşînê dihûnin. Di serdema nû de di serî de Şirnex em ê li rex têkoşîna jinên ku li Egeyê darzeytûnan ji şewata daristanan diparêzin bin. Em ê bi plansaziyeke xurt li dijî vê yekê rabin.   MA / Berîvan Altan