TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e 2022-08-03 13:21:26   NAVENDA NÛÇEYAN  - TAJÊ’yê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeka herî xurt, xweparastin e û wiha got: “Em ê bi tu awayî rê nedin fermaneke din.”    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û hemû dinya jî li hemberî vê komkujiyê bêdeng mane.    Daxuyaniya TAJÊ’yê wiha ye: “Di serî de em hemû şehîdên fermanê bi hurmet û bi minetdarî bi bîr tînin. Em tevahî cangoriyên azadiyê yên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal û ji bo parastina xaka pîroz û civaka êzidî canê xwe feda kirin bi hurmet, bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.   ROLA PDK’Ê   Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê çeteyên DAIŞ ê li ser civaka êzidî ya Şengalê hate kirin, tewanekî li dijî mirovahiyê ye. Di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e. Li pêş çavên cîhanê hat kirin lê tevek jî bêdeng bûn. Di dema fermanê de bi hezaran endamên hêzên ewlekariya hundirîn a Iraqê hebûn lê bi erk û berpirsyartiyên xwe ranebûn. Her wiha bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê ku qaşo ji bo parstina civaka êzidî li Şengalê diman hebûn. Lê mixabin Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û beriya gel reviyan. Vê xiyaneta PDK’ê nîşan da ku tiliya wan di vê fermanê de heye û sûcdar in. Dê mirovahî tu carî vê xiyaneta derveyî exlaq û wijdanê ji bîr neke.    GERÎLA BI HAWARÊ HATIN   Di vê êrişa hovane de bawarî û çanda kevnar a êzdatiyê hedef hat girtin. Di encamê de travmayeke giran hat jiyîn. Herî zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, bi dehan jinan xwe ji kendalan avêtin da ku dîl nekevin destê DAIŞ’ê. Bi hezaran kes ji axa xwe koçber bûn, bi hezaran kes jî hîn aqûbeta wan ne diyar e. Dema ku cîhan bêdeng bû û pêşmergeyên PDK’ê direviyan, şervanên Rêber Apo berê xwe dan Şengalê û bi hevkariya şervanên YPG û YPJ’ê destwerdan li fermanê kirin. Piştî berxwedan û berdelên giranbiha, Şengal hat rizgarkirin û me wê demê dikarî henasa azadiyê bistînin. Civaka êzidî bi taybet jî jinên êzidî dê tu carî vê rastiyê ji bîr nekin. Em her deyndarên wan in, deyndarên Rêber Apo û şehîdan in. Doza wan, doza me ye. Em careke din soza xwe nû dikin û dibêjin ku dê xwedî li rêberê xwe, Rêber Apo û şehîdan derbikevin.    ÇEKA HERÎ XURT   Di serdemeke li ser hemû nirxên mirovahiyê êrişên giran tên kirin de civaka ku parastina xwe neke, wê her dem rastî komkujî û fermanan were. Ji ber vê yekê civaka êzidî, bi taybet jî jinên êzidî dê ji her alî ve xwe bêhtir birêxistin bike û têkoşîna xwe mezintir bike da ku bikare xwe, ax û civaka xwe biparêze. Em bi vîneke ji pola her tim li ber xwe bidin, bibin xwedî biryar û xwe birêve bibin. Ji piştî fermana 2014’an heta niha PDK û dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl didin ku civaka êzidî dûrî axa wê bixin. Heya roja îro jî li dijî civaka me êrişên hovane kirin. Weke TAJÊ’yê em diyar dikin ku çeka herî xurt xweparastin e! Bi vê baweriyê em ê hemû lîstikan vala derxînin û tu carî rê nedin fermaneke din. Heqîqetek heye ku nayê veşartin, her gîha li ser koka xwe şîn dibe. Em jî bang li gelê xwe yê li kampên başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê dikin ku vegerin ser ax û koka xwe. Bêguman êşa me çiqas giran be, hêrsa me jî ewqas zêde ye. Ev 7 sal in yek kêliyê jî ev êş ji bîra me naçin. Heta ku em hesaba fermanê ji sûcdaran dipirsin û heta hemû zarok û jinên êzidî tên rizgarkirin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê birêxistinî û biryardariya xwe xwestiya Şengalê ava bikin.”