Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê 2022-08-04 09:01:27 AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn diyar kir ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde jin mexdûr dibin û li dijî êrişan jin vexwendin mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê li dar bixin.    Êriş û tundiya ku jin her roj pê re rû bi rû dimînin, bi fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku Peymana Stenbolê hat betalkirin, zêde bûn. Jinên ku li dijî tundî, êrişên zayendî yên sîstematîk û qetlîaman têdikoşin, li dijî van polîtîkayên desthilatê daxwazên xwe li qadan tînin ziman. Jin wê li dijî kuştina jinan û tundiya di encama polîtîkayên şer de derketiye holê, wê di mitîngên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê tebaxê de li Amedê, di 7’ê tebaxê de jî li Stenbolê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na” li dar bixe de peyamên xwe bidin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di xebatên mitîngê yên tên birêvebirin de cih digire, li dijî şer û mêtîngeriyê jin vexwendin Qada Îstasyonê ya Amedê.    TECRÎD LI CIVAKÊ BELAVBÛYE   Tosûn, destnîşan kir ku rojeva bingehîn a mitîngê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û bi lêv kir ku pergala tecrîdê li hemû civakê belav bûye. Tosûn, anî ziman ku di 24 salên Ocalan li Girava Îmraliyê maye de, tecrîd li hemû cîhanê belav bûye û wiha got: “Ji 7 salî heta 70 salî tecrîd li ser herkesê heye. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe tecrîd girantir dibe. Her roja ku diçe jî kûrtir dibe.”   BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER JINAN   Tosûn, qala bandora tecrîdê ya li ser jinan kir û wiha berdewam kir: “Derketina jinan a derve jî tê asteng kirin. Axaftina wan a bi awayekî azad a bi zimanê dayika wan tê astengkirin. Esas li ser hemû civakê tecrîdek heye. Lê herî zêde jin nesîbê xwe jê digirin. Em ê çareseriya li dijî tecrîdê, di mitîngê de bi hev re deynin holê. Em dibêjin ‘çareserî em in’.”   JIN MEXDÛRÊN ŞER IN   Tosûn, destnîşan kir ku weke tecrîdê jin herî zêde ji şer jî bandor dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku pêşengên her berxwedanê jin in. Ji ber wê yekê dixwazin vîna jinan bişikînin. Desthilat hemû şerê xwe li ser jinan dide meşandin. Vê yekê bi zanebûn dike, dizanin ku bêyî şikandina vîna jinan nikarin serkeftinekê bi dest bixin. Divê jin li her çar aliyan ‘ji şer û tecrîdê re bêjin na’. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer jin in. Ji ber ku dewlet şerê xwe ye taybet li ser jinan dimeşîne.”   POLÎTÎKAYÊN MÊTÎNGERIYÊ YÊN DESTHILATÊ   Tosûn, bi lêv kir ku jin di hedefa polîtîkayên mêtingeriyê yên desthilatê de ne û wiha axivî: “Tê xwestin ku jin li malan û li nav çar dîwaran hefs bibin. Derketina wan a qad û kolanan tê astengkirin. Dixwazin dengê wan kêm bikin. Dixwazin jinan ji qadên xebatê dûr bixin.”   ‘DIVÊ QÊRÎNA ME YA AZADIYÊ BILIND BIBE’   Tosûn, destnîşan kir ku jin hêza çareseriyê ne û ev tişt gotin: “Li dijî jinan li her qadê hişmendiyeke mêtîngeriyê heye. Li her qadê keda me tê xwarin, tên qetilkirin û mafên me ji me tên standin. Divê jin li dijî vê mêtîngeriyê, nasnameya jinê bi hêz bike û qêrîna xwe ya azadiyê bilind bike.”   ‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’   Tosûn, bi lêv kir ku bi şikandin tecrîda li ser Ocalan, wê hemû pirsgirêk çareser bin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû jinan dikin: heke ewrên reş ên li ser Îmraliyê rabin, ne tenê kurd wê hemû cîhan azad bibe. Divê Ocalan azad bibe û êdî rol û mîsyona xwe bikare bilîze.”   ‘WERIN EM BI HEV RE BIBIN ÇARESERÎ’   Tosûn, bang li gel kir ku ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li mitînga ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin bibin û got: "Divê jin li dijî komkujiyan û talanê bi tilîliyên xwe û qêrîna xwe ya azadiyê li qadê cih bigirin. Li dijî şer, tecrîd, mêtîngerî û komkujiya jinan çareserî em in. Werin em bi hev re ji pirsgirêkan re bibin çareserî.”    MA / Eylem Akdag