Jin bi dirûşma 'Wiha naçe, jin destûrê nadin' hatin gel hev 2017-10-07 16:29:56   STENBOL - Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Wiha naçe, jin destûrê nadin" komxebatek li darxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca got: "Divê em li dijî xirabiya rêxistinkirî tê bikoşin û têkoşînê mezin bikin."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Wiha naçe, jin destûrê nadin" komxebatek pêk anîn. Civîn bi sernavê "Hewldana avakirina nasnameya jinê ya 'meqûl' a AKP'ê - derfetên xeta têkoşîna hevbeş a li dijî vê" li Caganogluya ya Odeya Tabîbên Stenbolê pêk hat. Ji jinên Malên Gel Çîgdem Çîdamli, avakara AKP'ê Fatma Unsal, nivîskar û femînîst Hasbîye Gunaçti, Hulya Osmanagaoglu, Necla Akgokçe û parêzer Merîç Eyuboglu jî tev lê bûn. Di civînê de gelek akademîsyen, hiqûqnas û berdevkên saziyên jinan jî amade bûn.   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, 6 sal cezayê li Wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk hatiye birîn şermezar kir û wihagot: "Em dibînin ku bêhiqûqiya AKP'ê dewam dike. Dema em hatin hilbijartin, jin bi baweriya edalet, azadî û demokrasiyê dengên xwe dan. Lê di 1'ê Mijdarê de desthilatdariyê encam necibandin." Konca eşkere kir ku dê di 25'ê Mijdarê de mîtînga jinan bê lidarxistin û wiha pê de çû: "AKP dixwaze ji bo jinê nasnameyeke nû biafirîne û me li dijî vê komxebatek pêk anî. Di 25'ê Mijdarê de xebatên me yên ji bo mîtîngekê dewam dikin. Em wekî jin her dem hatin wêderkirin. Divê em têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin."   Konca da zanîn ku divê jin li dijî rêxistinkirina xeletî têkoşînê bilind bikin û wiha got: "Heke keda jinê bê tepisandin û ev bê înkarkirin û ev li tu dera cîhanê neguhere, divê li hemberî azadiya jinê bi rêzdarî tevbigerin. En neçar in li dijî hemû xeletiyên rêxisinkirinê tê bikoşin û têkoşînê mezin bikin."   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA JINAN BILIND BIKIN'    Konca, da zanîn ku AKP bi zanebûn polîtîkayên li dijî jinan pêş dixe û wiha got: “Êrîşek bi pergal û zanebûn li ser vîna jinê heye. Di xwazin koma jinan a di meclisê de têk bibin. Wekîltiya me  betal dikin. Li dijî vîna jinê êrîşek mezin heye. Hişmendiya desthilatdariya zilam wisan bi rehetî neguhere. Jinên ku bi sedan salin lêpirsîna vê yekê dikin, zêdetir bihêzin. Ezmûna me ya dîrokî û wijdanê heye. Ligel ku ev komxebat hat qedexekirin jî em li darxist. Ji vir û şûnde jî em ê çalakiyên xwe bidomînin û em soz didin ku em ê têkoşîna jinan bilind bikin.”   ROJA SÊŞEMÊ NOBETÊ LI KADIKOYÊ DIGIRIN    Piştî axaftina Konca, yekemîn rûniştina komxebatê destpêkir.  Çîgdem Çîdamli, Fatma Bostan Unsal û Hulya Osmanagaoglu wekî axaftvan beşdar bûn. Çîgdem Çîdamli mijara rêbaza bikaranînan polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan anî ziman û wiha got: “Li dijî van polîtîkayan divê em xwe birêxistin bikin. Nexwe em nikarin ‘pêşnûmeya miftîtiyê’ ya roja Sêşemê 10'ê Cotmehê bê dîtin, asteng bikin. Vê carê lez dane karê xwe. Tevgera jinan mîna hêz dibînin. Em ê jî roja Sêşemê li Kadîkoyê nobetê bigirin. Em hemû kesî vedixwînin nobetê.”   Yek ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal jî axivî û wiha got: “Di 28’ê Sibatê de ji ber destmala min ez di qada perwerdê û çemawerî de hatim heram kirin.    Herî dawî nivîskara femînîst Hulya Osmanagaoglu axivî û bertek nîşanî pêşnûmeya miftîtiyê ya AKP’ê da.    Komxebat bi mijarên cûda berdewam dike…