TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da 2022-08-16 15:07:08   AMED - TJA, derbarê berxwedana jinên li Efxanistanê de daxuyaniyek da û wiha got: "Jinên efxan bi hezar sal in li dijî barbarî û otorîteriyê bênavber têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Em radigihînin ku em ê bibin dengê jinên efxan û em ê dengê xwe bilind bikin."    Piştî ku Amerîkayê leşkerên xwe ji Efxanistanê kişandin û Talîban piştî 20 salan şûnde dîsa Efxanîstan girt bin kontrola xwe. Di 15’ê tebaxa 2021'ê de Talîban ket paytext Kabîlê û bi awayekî fermî Talîban welat ji nûve birêve bir. Piştî Talîban hat serê ewilî jin kirin armanca êrişên xwe. Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:    "Di bin rêveberiya Talîbanê de ev saleke gel bi şer, birçîbûn, xizanî û tirsa tundiyê jiyana xwe derbas dike. Ev salek e jinên efxanî li dijî hemû dewlet û sîstemên cîhanê şer dikin. Jin li her qadê diqire ku hemû dewletên ku vê zilmê dişopîne û qebûl dike, şirîkê rejîma Talîban e. Jinên efxan bang li jin û mêrên efgan dikin ku li cîhanê têkoşîna xwe ya li dijî otokratên dirû zêde bikin. Jinên efxan ên ku ev saleke li kolan û malan xwe birêxistin dikin, bûne hedefa rejîma Talîbanê.   Gelê Efxanistanê 30 sal in mehkûmî şer û çewisandinê ye. Êdî banga wan ji dewletan re nemaye! Ev yeka ku civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî îsal li hember çewsandina Talîbanê bêdeng man, nîşan dide ku ew jî wek Talîbanê şirîkên vî sûcî ne. Jinên efxanî bang li jinên cîhanê dikin û dixwazin ku em bibin dengê wan û têkoşîna wan a edaletê mezin bikin. Em weke jinên kurd li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên rejîmên otorîter û totalîter ên 40 sal in têdikoşin. Me sirgûn dikin, dikujin, diavêjin zindanan. Em vê rejîmê nas dikin.   Her çiqas erdnîgarî biguhere jî pratîka têkoşîn û berxwedanê naguhere. Teref bi hezaran sal in heman tişt in. Jin jî bi hezaran sal in li dijî barbarî û desthilatdariyê bê navber têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Em îro têkoşîna jinên efxan ku yek ji sembolên berxwedanê ye silav dikin û dibêjin ku berxwedana me jî ji heman kokê ye. Têkoşîna ku em li dijî zîhniyeta dijminan dikin hevpar e. Em radigihînin ku em ê bibin dengê jinên efxan û em ê dengê xwe bilind bikin.”