Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê 2022-08-28 13:55:57   STENBOL - Jinên ku di çalakiya Meclîsa Jinan a HDP’a Kartalê de hatin gelhev, bi lêv kirin ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li qadan daxwazên biqîr in.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartalê li Stenbolê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di taştê de li avahiya Rêxistina HDP’a Kartalê hatin cemhev. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Elîf Bûlût, çalakvana Nobeta Edaletê Fînce Akman, Hevseroka HDP’a Kartalê Aygul Sîncar, Hevseroka HDP’a Maltepeyê Muge Caner û gelek jin tev li bernameya taştê bûn.    Di bernameya ku qala girîngiya rêxistinkirinê hate kirin de jinan destnîşan kirin ku wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê.