Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin 2022-08-31 15:14:04   STENBOL - Jinan, polîsên ku di bin çavan de endama MYK’a SKM’ê Denîz Aktaş û Ebrû Yîgît lêgerîna tazî kirin, gilî kirin.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) derbarê polîsên ku endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a SKM'ê Denîz Aktaş û Ebru Yîgît ku di 18’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin, lêgerîna tazî kirine de serî li Edliyeya Stenbolê dan û giliyê polîsan kirin. Jin li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev û têkildarî mijarê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” vekirin û dowîza “lêgerîna tazî Îşkence ye” hilgirtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Jinên Demokrat ên Nû, Jinên Kedkar û nûnerên gelek saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.    LÊGERÎNA TAZÎ   Berdevka SKM’ê Çîçek Otlû diyar kir ku Aktaş û Yîgît birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û li wir rastî lêgerîna tazî hatine. Otlû, diyar kir ku wê li hemberî van pêkanînan serî netewînin û got: “Me her tim nîşan da ku em ê têk neçin û tu car serî netewînin. Em ê li dijî polîtîkayên mêrên serwer ên li kar, kolanê û li her derê li ber xwe bidin. Em binçavkirina hevalên xwe ya bi terora polîsan a nîvê şevê û bombeyên ku xistine malan de şermezar dikin.”   TUNDIYA DEWLET Û MÊR   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî da zanîn ku hewl tê dayîn jin di navbera çar dîwaran de bên hefskirin û wiha axivî: “Desthilatdariya ku parastina jinê ji holê radike, her wiha bi her awayî êrîşî jinên ku li dijî şîdeta mêr û şîdeta mêr-dewletê têdikoşin, dike.    Gulum, destnîşan kir ku jin dixwazin bên bêdengkirin, lê jin bêdeng nabin û got: “Ne komployên we, ne jî îşkenceya we wê me jinan ji têkoşînê vegerînin. Em paşve venagerin. Em careke din destnîşan dikin ku em ê tu carî stûyê xwe xwar nekin û em ji têkoşîna xwe bi biryar in. Em li cem hevalên xwe disekinin. Em li rex hemû hevalên xwe yên jin ên girtî ku têkoşîna azadiyê meşandine disekinin. Em ê hemû hevalên xwe ji hundir bigirin. Em ê bi hev re xeyala xwe ya cîhanekê, bi xurtkirina azadiya jinê tacîdar bikin.”    ‘EM JI LAŞÊN XWE ŞERM NAKIN’   Ji Jinên Demokrat ên Nû (YDK) Elîf Kaya jî diyar kir ku lêgerîna tazî polîtîkayeke mêr-dewletê ye û anî ziman ku bi hedefgirtina bedenen jinan hewl tê dayîn wan ji têkoşînê vegerînin. Kaya, anî ziman ku wê êriş negihin armanca xwe û got: “Em ji laşên xwe şerm nakin. Em ê bi hişmendiya ku êrîşa li ser bedena me hemû têkoşîna jinê armanc dike, bi hev re li ser piyan bin.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ   Ji Jinên Kedkar Delal Erol jî diyar kir ku ewilî jin rastî lêgerîna tazî hatine û got: “Ev êrişeke dewletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya jinê ya rêxistinbûyî li dijî êrîşa dewletê bilind bikin û di şexsê Ebrû û Denîzan de ji bo misogerkirina azadiya hemû jinên şoreşger ên girtî yên li zîndanan, em ê bi hev re têbikoşin.”   LI DIJÎ TACÎZA POLÎSAN BERTEK NÎŞAN DAN   Piştî daxuyaniyê jinan diyar kir ku polîsan bi telefonên xwe yên taybet wêne û dîmenên wan kişandine, ev yek tacîz e û bertek nîşanî polîsan dan. Piştî bertekê polîsê ku dîmen dikişandin telefona xwe ji berîka derxist û careke din jin kişandin. Jinan jî bi heman awayî telefonên xwe derxistin û ew polîs kişandin. Li ser vê yekê polîsan gef li jinan xwarin. Jinan jî li ser vê yekê wiha gotin: “Em baş dizanin ku hûn kî ne. Hûn tacîzker in. Hûn ê hesabê bidin.”   Jinên ESP’î û SKM’î û parêzerên wan, serî li edliyeyê dan û derbarê lêgerîna tazî de gilî kirin.