Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye 2022-09-01 09:00:53   MÊRSÎN - Jinên ku li Hala Tomerîfiroşan û Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê di şert û mercên giran de dixebitin û bi tacizê re rû bi rû dimînin, li gel hemû zor û zehmetiyan jî bal kişandin ser hêza hevgirtinê.   Jinên ku di beşa pakêtkirinê ya Hala Tomerîfiroşan û Zebze û Fêkiyan a Mêrsîn de dixebitin, çendî zêde dixebitin jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. Her wiha jinên xebatkar li gel şert û mercên giran, li vir rastî tacizê û nîqaşên zayendperest jî tên. Jinên ku serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û heya 17.00'ê êvarî dixebitin, heqdesta wan di navbera 210-230 lîreyî de ye. Car heye jî heya saet 20.00-21.00'ê jî dixebitin, lê heqê mesaiya wan nayê dayîn.   BI TENA SERÊ XWE DEBARA MALÊ DIKE   Pîroz Gorgulu ku piştî erdheja Wanê ya di 23'yê Cotmeha 2011'an de çêbûbû koçî Mêrsînê kiriye û ji ber rewşa aborî nikare vegere, 5 sal in li halê dixebite. Gorgulu bilêv kir ku ew û keça xwe ya 16 salî ji bo debara malê bikin di beşa pakêtkirina sîran de dixebitin ji bo debara malê û got: "6 zarokên min hene. Ez û keça xwe mecbûr in debara malê bikin. Ji ber ku mesrefê dibistanê pir zêde ye min ew neşand dibistanê. Ez di kirê de me, em mecbûr in debara malê bikin. Şert û mercên kar pir giran in, mîgren bi min re heye, li ber tavê zehmetiyê dikişînim. Em rojê 200 TL'yî distînin. Jixwe her roj tune ye, em heftê 2 rojan tên. Em bi vî pereyî ancax heqê kirê, ceryanê û avê didin. Car heye em nikarin lazmatiyên metbaxê bikirin."    SÎGORTE TUNE YE   Bahar Adiguzel ku ji 13 saliya xwe ve di beşa pakêtkirina sebze û fêkiyan a halê de dixebite diyar kir ku serê sibê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin û got, lê pirî caran dema bidawîbûna mesaiyê nediyar e. Adiguzel ku niha 28 salî ye anî ziman ku ew mehek e tevî alçiya di lingê xwe de dixebite û got: “Dema hatine ma ya kar diyar e, lê dema derketinê nediyar e. TIR kengî tije bibe. Halê lingê min ev e, lê mecbûr im bixebitim. Meaşê me yê sabit 230 TL ye. Heqê keda me bi dest me nakeve. Sîgorte tune ye. Tiştek bê serê me sîgorteya me tune ye ku em biçin nexweşxaneyê. Zivistanê ji sermayê destê me tiştekî nagire, em nikarin bixebitin. Navbera xwarinê jî tune ye. Tu çawa xwarina xwe dixwî diçî ser kar."    TACIZ   Adigûzel wiha behsa zor û zehmtiyên li halê kir: “Wekî jin xebata li halê pir zor e. Ajokarên kamyonan bela xwe di me didin. Em li vir nikarin tîşortên milqot jî li xwe bikin. Mêr her tim bela xwe di me didin, bi awirine pîs li me dinêrin. Em ên di ber dikanê re derbas dibin dibînin. Sirf ji bo li jinan mêze bikin di wir re diçin û tên. Mixabin em rastî tiştên wiha tên. Em jin divê em li her derî xwe biparêzin.”   Nerîman Çîçek ku di salên 1990'î de ji ber rewşa aborî ji Êlihê koçî Mêrsînê kiriye, diyar kir ku 17 sal in ew dixebite. Çîçek bal kişand ser şert û mercên xebatê û wiha got: “Carinan em heya derengê şevê dixebitin. Heqê mesaiyê pir kêm e. Serê sibê tu nexweş bî jî divê tu werî. Divê kamyon tije bibe. Zivistanê em di bin baran û nava heriyê de û havînan jî di bin tavê de dixebitin. Lê dîsa jî sîgorteya me tune ye. Ji ber xebata zêde, rehên milên min li hev asê bûne."   HÊZA PIŞTEVANIYÊ   Çîçek bilêv kir ku di nava jinên li halê dixebitin de hevgirtinek jî heye û got: “Serê sibehê gava têm halê, gelek caran rastî tacizê jî têm. Min bihîstiye ku gelek jinên li vir rastî tacizê hatine. Dema tiştên wisa diqewimin em jin dibin yek. Em hev du nas nekin jî em li hev xwedî derdikevin. Berê heqdesta me ya rojane 170 TL bû, lê piştî çalakiya jinan kirin 210 TL."   MESAIYA LI MALÊ   Dayika 4 zarokan Zelîş Elmastaş jî ev tişt gotin: “Ez ji 12 saliya xwe ve li nav zeviyan, li bazar û baxçeyan dixebitim. Em pir diwestin. Piştî karê vir, diçim karên malê jî dikim. Divê ez cilan û firaqan bişom, xwarinê çêbikim. Meaşê ku em distînin rojane 210 TL ye. Ez ji Tarsûsê têm vir. Rojane heqê rê 34 TL ye. Nîviyê meaş diçe. Ev ne mafê me ye, lê em mecbûr in bixebitin. Heqdesta me ya rojane herî kêm 250 TL be belkî em karibin debara xwe bikin. Heqê rê ji kîsî me ye. Dêya min li zarokên min dinere, lê gava dêya min nexweş dikeve ez her du zarokên xwe bi xwe re tînim vir."    MA / Mûkadder Akyol