Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin 2022-09-02 15:57:00   AMED - Gulîzar Kahraman a ku hevjînê wê Azîz Kahraman xwest wê bikuje diyar kir ku divê bersûc neyê berdan û ew naxwaze bê kuştin.    Gulîzar Kahraman li navçeya Erxeniyê ya Amedê dijî. Hevjînê wê Azîz Kahraman ku dixwest hevberdin di 30’ê gulanê de biarmanca wê bikuje bi sîlehê wê birîndar kir. Kahraman ê bersûc ji sûcê “birîndarkirin biqestî” girtî tê darizandin. Danişîna dozê li Dadgeha Erxeniyê hat lidarxistin. Bersûc tev li danişînê nebû.    Gulîzar Kahrmaman û şahidên bûyerê di danişînê de amade bûn. Rêveber û nûnerên Baroya Amedê, ÎHD, Sendîkaya SES’ê, Egîtîm Sen û Komeleya Jinan a Rosayê jî dozê şopandin.    BI FIKAR E Û EWLEHIYA WÊ NÎNE     Gulîzar di danişînê de axivî û diyar kir ku faîl bi awayek sîstematîk tundiyê lê dikir û wê roja bûyerê faîl bi armanca wê bikuje wê şopandiye û gule berdaye. Kahraman da zanîn ku ew naxwaze bersûc bê berdan û heke bê berdan dê wê bikuje û ew û malbata xwe jî ji vê yekê bi fikar in. Kahraman destnîşan kir ku tu ewlehiya canê wê nîne û got: “Ez naxwazim bêm kuştinê.”    Parêzera Gulîzar Kahraman jî axivî û bal kişand ser tundiya li jinan tê kirin û xwest bersûc neyê berdan.    Dadgehê biryara dewama girtina bersûc da û danişînek din taloqî 8’ê îlonê kir.