Hovîtiya leşkerên Azerbaycanê: Jina ermen a leşker tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin 2022-09-18 13:25:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina erman a leşker Asuh Apetyan dîl ketibû destê leşkerên Azerbaycanê. Hat zanîn ku leşkerên Azerbaycanê ji ewil destdirêjî li Apetyan kiriye û piştre jî bi îşkenceyê qetil kirine.     Leşkera Ermenistanê jina bi navê Ansuh Apetyan a 36 salî, li Jermukê dîl ketibû destê leşkerên Azerbaycanê. Hat zanîn ku Apetyan ji ewil rastî destdirêjiya leşkerên Azerbaycanê hat û piştre jî bi îşkenceyê hat qetilkirin. Derket holê ku gelek deverên Apetyan hatibû parçekirin.    Nûçegihanê France 24’ê Achren Verdian li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bûyer ragihand û ev agahî parve kirin: “Anush Apetyan 36 salî û dayika 3 zarokan bû. Li derdora #Jermuk’ê jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Azerbaycanê dîmek parve kir û tê de dikenin. Apetyan ji hêla van leşkeran ve hat tecawizkirin (ling û tiliyên wê hatin birîn, çavên wê hatin derxistin).”    Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî hatin parvekirin, gelek bikarhinêran bertek nîşan dan. Rayedarên ermen dan zanîn ku Azerbaycanê sûcê şer kiriye û bi vê yekê re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.