Feray Şahîn a polîsekî ew qetil kiribû hat bibîranîn 2022-09-19 14:43:27   MÊRSÎN - Xwendekara zanîngehê Feray Şahîn ku li Mêrsînê ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin. Di 5’emîn salvegera qetilkirinê de Şahîn li Mêrsînê hat bibîranîn.    Xwendekara Fakûlteya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Torosê Feray Şahîn (23) ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin. Şahîn, di 5’emîn sala qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Girse, li parka ku navê Şahîn lê hatiye kirin a li navçeya Mezîtliyê hate ba hev. Di bîranînê de pankarta “Edalet ji bo Ferayê bila cînayetên jinan bi dawî bibin” û wêneyên Şahîn hatibûn rakirin. Malbata Şahîn, Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr, rêveberên rêxistinên CHP’ê ya bajar û navçeyan, Hevserokên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û gelek welatî tev li bîranînê bûn.    Di bîranînê de bavê Şahîn, Bekir Şahîn axivî û da zanîn ku kujerê keça wî tenê 5 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Şahîn, diyar kir ku bi biryara hatiye dayîn re keça wî careke din hatiye kuştin û wiha got: “Baweriya me ya bi edaletê tune kirin. Ji 28’ê sibata sala 2019’an de dosya di refên Dadgeha Bilind de dirize. Lê kujerê keça me niha li kolanan di nava mirovan de digere. Çima kujerên jinan bi necezakirinê tên xelatkirin? Bi van cezayan re cînayetên jinan tên rewakirin. Jinên li vî welatî dijîn li her qadê rastî tundiyê tên. Êdî bes e. Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan divê polîtîkayên bergir bên derxistin. Em Peymana Stenbolê dixwazin.”    DAXWAZA DARIZANDINA ADILANE   Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr jî di bîranînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bi ser cînayetê re 5 sal derbas bûn lê hêj jî di pêvajoya Dadgeha Bilind de tiştek teqez nebûye. Daxwaza me parêzeran ew e ku li gel darizandina adilane, her wiha bila pêvajoya darazê bilez pêş bikeve.” Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Benlî jî destnîşan kir ku ji bo kujer li derve bi rehetî nekarin bigerin, dê têkoşîna xwe bidomînin.