Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye 2022-09-24 11:54:09   ENQERE - Çalakvanên ku bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re li 3 bajarên Îranê daketin qadan gotin; “Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye. Em welatê xwe dixwazin. Em weke gel li qadan in, dê ji hev parçe nebin. Ev yek bi tena serê xwe azadî ye.”    Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) ji hêla polîsên “exlaqê” yên rejîma Îranê ve, di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li seranserî çalakî hatin destpêkirin. Tevî êrişên rejîmê jî, çalakî roj bi roj zêdetir dibin û li bajarên cuda belav dibin. Sê çalakvanên ji bajarên cuda ku t evî rewşên neyînî jî daketine qadan, têkildarî rewşa dawî bi ajansa me re axivîn. Ji ber ewlehiyê me nexwest navên çavkaniyên xwe parve bikin û me navên cuda bi kar anîn.    Yek ji wan çalakvanan Nazanîn a 15 salî ye ku li Tehranê xwendekara dibistana amadehî ye. Ji ber pirsgirêka înternetê me hevdîtineke kin bi Nazanîn re kir. Nazanîn, da zanîn ku înterneta li Îranê hatiye qutkirin û tenê dikarin li ser VPN’ê hevdîtinên kin bikin. Bi domdarî Nazanîn anî ziman ku kolanên Tehranê ji çalakvanan tije bûne û wiha got: “Hêzên rejîmê bi dijwarî êrişî çalakvanan dikin. Lê belê êrişên polîsan ên li eyaleta Kurdistanê hêj dijwartirin. Li jîngehan heta serê sibehê dengê dirûşm û qêrînên mirovan tên. Heta serê sibehê dengê çekan tê.”    ‘POLÎSÊN REJÎMÊ LI NEXWEŞXANEYAN KÊMÎNAN DANIN’    Di berdewamê de Nazanîn got ku bi hevalên xwe re hêj li kolanan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên destpêkê yên çalakiyan de ji ewil gelek ciwan tev li bûn. Piştî ku polîsan dest bi kuştina mirovan kir, gelek malbatan nehişt zarokên wan dakevin kolanan. Lê astengkirinên malbatan jî nekarîn pêşî li berxwedanê bigirin. Zarok ji malên xwe direvin û tev li çalakiyan dibin. Hêzên zordest bi bombeyên xazê êrişî me dikin û bi çeka cifteyê mirovan dikujin. Gelek kes birîndar dibin lê heta birîndar nebin jî naçin nexweşxaneyê. Ji ber ku polîsan li nexweşxaneyê kemîn danîne. Dema kesekî birîndar diçe nexweşxaneyê, hêj bijîşk tedawî nekirî ji wir dibin navenda binçavkirinê.”    ‘JIYANA LI ÎRANÊ JI MIRINÊ CUDATIR NÎNE’    Nazanîn, bi lêv kir ku hinek polîsên sivîl ji bo astengkirina çalakiyan xwe weke çalakvanan nîşan didin û ev agahî parve kirin: “Xwe weke kesên ji gel nîşan didin. Mirovan dixapînin û hewl didin bibin cihên kesek lê tune. Piştre jî wan digirin. Em piştre jî van kesan nabînin. Ji ewil em tevî gelek hevalên xwe yên polê diçûn. Lê malbatên gelek ji wan ditirsin û nahêlin derkevin. Lê em natirsin. Erê rast e li vir bêyî ku xwe ji tiştekî bidin paş, li kolanan mirovan dikujin. Lê belê jiyana niha ya li Îranê jixwe ji mirinê cudatir nîne. Em ji bo xwe li Îranê pêşerojekê nabînin. Heke pirgsirêk tenê dersok bûya, jinên dersokê li xwe dikin piştgirî nedidan çalakiyan û xwe nediavêtin talûkeyê. Em ji bo pêşeroja xwe li kolanan in. Em hewl didin pergala li vê derê biguherînin. Bavê min her tim dibêje xwe tevli mijarên siyasî neke lê mijara behsa xeberê pêşeroja min e.”    ‘DENGÊ ME BIBIHÎZIN’   Bi domdarî Nazanîn wiha bang li jinên cîhanê kir: “Ricaya me ya ji hemû jinên cîhanê ew e ku li hemberî tiştên li vê derê diqewimin, bêdeng nemînin. Weke jin û zarokên keç em ji bo pêşerojeke birûmet derketine kolanan û tên kuştin. Xwestin bi qutkirina înternetê dengê me qut bikin. Ji kerema xwe dengê me bidin bihîstin. Çapemeniya Îranê pirsgirêkên navxweyî û kuştina mirovan nade. Ev jî me hêrs dike. Li Îranê hemû bajar rabûne ser pêyan û em nizanin bê ka çend kes hatine kuştin. Lê rojnamegerê îranî diçe nûçeya dereskeya pirekî çê dike. Ev çawa dibe? Ji kerema xwe hûn rojnamegerên rasteqîn nûçeyên me biweşînin. Ragihînin ku li vir mirov tên kuştin û birîndarkirin. Birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê û ji ber çûyîna xwîna zêde dimirin. Heke pevçûn bi vî awayî berdewam bikin dê hejmara miriyan gelek zêdetir bibe.    ÊRIŞÊN SER KURDISTANÊ HÊJ GIRANTIRIN   Hevalekî min ê li bajarê Seqiz ê eyaleta Kurdistanê da zanîn ku bi roja ye yek deqeyê jî dengê çekan li kolanan kêm nebûye. Niha li kolanan tank hatine bicihkirin. ‘rêveberiya awarte’ heye. Rewşa li wê derê ji ya vê derê gelek xerabtir e. Mirov tên kuştin. Hemû mirovên li Îranê mazlum in. Jin, kurd, fars, tirk... Em tevek jî di bin zext û zilmê de ne. Êrişên li Kurdistanê gelek dijwartir in lê em tevek jî ji bo guherandina şert û mercan li kolanan in. Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye.”    'HEMÛ AMÛRÊN ZEXTÊ DI MERIYETÊ DE NE’   Rawbar jî yek ji çalakvanan e ku ji ber qutkirina înternetê me karî xwe dereng bigihîninê. Rawbar jî têkildarî rewşa çalakiyên li bajarê Kerman ê rojhilatê Kurdistanê axivî. Rawbar, da zanîn ku niha li kolanan polîs û çalakvan hene û wiha got: “Mirov gelek bihêrs in. Em tevek gelek aciz in. Hemû amûrên xwe yên zextê xistine meriyetê. Kerman, ew bajare ku Qasim Silêmanî lê ji dayik bûye. Weke ku hûn jî dizanin bi DAIŞ’ê re li Sûriyeyê şer kir û Mihafizeke Şoreşê yê berê ye. We niha dîmenên wî yên çendek berê hatine weşandin dîtine. Çalakvanan psotereke wî yê mezin anîn xwarê û şewitandin. Em Kermanî naxwazin bi navê kesên mîna vî bên bibîranîn. Îro di danê sibehê de li ser Cehdeya Sarbazê ku li nêzî gora Silêmanî ye gelek tank hebûn. Ji bo ku gel neçe goristanê û li wir çalakiyan li dar nexe, derdora gor hatiye girtin û bi sedan polLîs lê hatine bicihkirin.”    'TEVLIBÛNA ÇALAKIYAN ZÊDE DIBE’   Di berdewamê de Rawbar daxuyand ku piştî êrişên polîsan ên li dijî çalakvanan, tevlibûna çalakiyan zêdetir bûye û wiha derbirî: “Bi dehhezaran bi yek dengî gotin ‘em dixwazin rejîm bê guhertin.’ Jin, pêşengtiya çalakiyan dikin. Rejîm dibêje; ‘em gel ji rêbiran diparêzin.’ Lê hewcehiya me pê nîne ku gel ji gel biparêzin. Kesekê ku diparêzin tune ye. Tu saziyên fermî me naparêzin. Derewan dikin. Bi cifte û çekên nêçîrvaniyê me dikujin. Ma tişta jê re dibêjin parastin ev e?” Rawbar ji ber qutbûna înternetê nekarî zêdetir biaxive.   ‘KAL Û CIWAN TEVEK LI KOLANAN IN’   Çalakvana ciwan Mehrshahr a 23 salî ku li bajarê Karajê tev li çalakiyan dibe, ji ber qutbûna înternetê pirsên me bi nivîskî bersivand. Mehrshahr, rewşa heyî wiha vegot: “Bajarê Karajê niha di bin dorpêçê de ye. Hêzên ‘Besîç’ ên ji hêla Mihafizên Şoreşê ve tên fînanskirin daketine kolanan. Ev hêz, cil û bergên sivîl li xwe dikin, çekdar in û hewl didin bi tirs û tundiyê bi gel paşdegav bidin avêtin. Heta hêzên paramîlîter ên li daîreyên fermî û di saziyên dewletê de sîxûrtiyê dikin jî tev li çalakiyan kirine. Ev hêzên Besîç li Sûriyeyê li gel DAIŞ’ê şer kirin. Ez dikarim bibêjim zêdetir ciwan û jin tev li çalakiyan dibin. Lê di demekî qet ne li bendê dibînî ku keseka kal dersoka xwe derdixîne û tev li çalakiyan dibe. Di çalakiyan de ji her temenan mirov hene. Kal, ciwan, jin, mêr li kolanan in.    EM Ê BI SER KEVIN   Hejmara kuştî û birîndaran roj bi roj zêdetir dibe. Lê li dijî vê cisareta mirovan jî zêdetir dibe. Her ku tundî zêde bû, leehengiya mirovan zêdetir bû. Ji hev cisaretê digirin û natirsin. Her ku hejmara miriyan zêde dibe, bi sedan kesên din dadikevin kolanan. An em ê bi ser kevin an dê serkevin.    JI GELEK KESAN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN   Bi hezaran çalakvan hatine girtin. Gelek caran dema polîsan dixwest çalakvanekî bigire, welatiyan nehişt û ji nava lepên wan derxistin. Her wiha agahî ji hinek kesên polîsan birine nayên girtin. Em nizanin bê ka bi ku de birine. Kar û barekî fermî tune ye. Gelek baregehên vê hêza em jê re dibêjin ‘Besîç’ hene. Ev baregeh, baregehên fermî nînin û veşarî ne. Li gorî me kesên hatine revandin dibin wan baregehan.    JI BO KU GEL XWE BIRÊXISTIN NEKE ÎNTERNET QUT KIRIN    Ji bo ku gel nekare agahiyan ji hev bigire, înternet qut kirin. Çapemenî her tim derewan dike. Lê îranî di ferqa vê mijarê de ne. Ji ber ku gel li dijî hev sor dikin û agahiyên derew parve dikin, gel çapemeniya dewletê guhdar nake. Guh nade wan.”    ŞERMEZARKIRINA HIKÛMETA ÎRANÊ   Bi domdarî Mehrshahr bal kişand ser daxuyaniya Talîban a têkildarî rejîma Îranê ku dixwest Îran rêzê bo mafên jinan bigire û wiha bi dawî kir: “Gelo ma dê rewşeke çiqas xerab a hikûmetekê hebe ku Talîban jî peyama şermezarkirinê parve bike. Rêxistineke terorîst jî hikûmeta Îranê şermezar kir. Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye. Em, welatê xwe dixwazin. Weke gel em li qada ne, dê ji hev parçe nebin. Ev yek bi tena serê xwe azadî ye.”    MA / Gozde Çagri Ozkese