‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’ 2022-09-25 10:44:36   ÊLIH - Jinên tev li konferansa TJA’yê bûn, bal kişandin ser dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê bilind bû û wiha gotin: “Li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jin li dora vê felsefeyê bûne yek. Em ê xwedî li vê dirûşmê derkevin û têkoşînê bikin yek.”   4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li dar dixe duh li Êlihê dest pê kir. Di rojeva jinên ku beşdarî konferansê bûn de ewilî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê, rojeva din jî bû çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê di pêşengtiya jinan de dest pê kirin û veguherîn serhildana gel.   ‘NASNAMEYA KURD TÊ HEDEF GIRTIN’   Hevseroka Partiya Demokratîk (HDP) a Esenyûrtê Sevgî Yilmaz a tev li konferansê bûyî bal kişand ser nasnameya kurd a Jîna Amînî ya li Îranê hatiye qetilkirin û wiha got: “Jinên kurd li her derê hedef in. Hewl tê dayîn ruhê têkoşer ê jinên kurd bê sekinandin. Jin êdî serî hildidin. Em jî li cem jinên li ber xwe didin û serî hildidin in. Em li ber xwe didin û serî hildidin.”   ‘ARMANC TUNEKIRINA CIVAKBÛNÊ YE’   Yek ji jinên ciwan a ji zanîngehê Emîne Ekîn jî bal kişand ser sedemên qetilkirina Jîna Amînî ya li Îranê û wiha got: “Armanc ew e ku civakbûna jinê bikujin û hemû aliyên xwezayî tune bikin. Ev komkujiya li ser Jîna Amînî, komkujiya ku tê xwestin li dijî jinên kurd bi xwe bê kirin e.” Ekîn a destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêk hat tirs li hemû desthilatan belav kir, anî ziman ku êrîş ji vê tirsê derketine û wiha domand: “Piştî şoreşê hewl tê dayîn jinên Kurd bên serdestkirin û qetilkirin.”   ‘RÊYA ŞOREŞÊ YA OCALAN VEKIRÎ’   Ekîn a diyar kir ku jinên kurd êdî zordestiyê qebûl nakin, di vê berxwedana jinan de îşaretî roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêberê me jî xwedî perspektîfekê ye. Bi vê perspektîfê şoreşa jinê pêk hat. Ev perspektîf îro qadan vala nahêle. Weke jin em jî têdikoşin. Em li dijî kolekirina jinê û zordestiyê derdikevin, em xweparastinê pêş dixin. Em ê têkoşîna xwe ya rewa li ser bingeha xweparastinê li her qadê bidomînin.”   DI ŞOREŞAN DE ROLA JINÊ    Yek ji ciwanên zanîngehê Nazgul Çamûr jî rola jinan a di şoreşên dîrokê de pêk hatin destnîşan kir û wiha got: “Dema em li hemû berxwedan û şoreşan dinêrin em dibînin ku jinên ciwan pêşengtiyê dikin. Em dizanin ku yên kaosa ku derdikeve dikare bi rê ve bibe jî jinên ciwan in. Ev bertekên rejîma Îranê ji tirsa wê ya ji hêza jinê derdikeve. Piştî Jîna Amînî gelek jinên din hatin qetilkirin. Ev yek nîşan dide ku çiqas ji jinan ditirsin.”   ‘HIŞMENDIYA KU HEDEF DIGIRE EYNÎ YE’   Çamûr, qala wekhevbûna desthilatên Îran û Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: “Dema em li Tirkiye û Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku ji Îranê rewşeke cudatir nîne. Di şexsê Garîbe Gezer li Kurdistanê û Denîz Poyraz de li Tirkiyeyê em dibînin ku têkoşîna jinên kurd tê tepisandin. Li dijî van qirkirin û zextan tişta dikeve berê jinên ciwan ên kurd wê hatina gelhev, xurt bûn û xwe rêxistinkirin be. Wê bilindkirina têkoşîna me be. Ji ber ku em dizanin ku her şoreş û berxwedana ku wê bê afirandin wê di pêşengtiya jinên kurd de pêk were.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIKIN YEK’   Ji Atolyeya Hunerê Cejna Sarûhan jî qala komkujiyên jinan kir û wiha got: “Em naxwazin her roj windahiyan bidin. Li Îran, Iraq û Tirkiyeyê jin li derdora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ kom dibin. Çawa ku em bûne sedem ku ev dirûşme li her herêmê bê bilêvkirin, em ê vê dirûşmeyê biparêzin û têkoşînê bikin yek.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel-Eylem Akdag