Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin 2022-09-25 12:49:40   ÊLIH - Di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de jinên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û peyama “Jin dê pergala we serûbin bikin” hate dayîn.    4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê li dar dixe di roja 2’yemîn de berdewam dike. Ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 700 delege tev li konferansa bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” tê lidarxistin bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên gelek saziyên jinan jî tevlî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin, alên TJA'yê û pankartên “Xweparastin ne sûc e, maf e”, “Bijî têkoşîna jinê ya gerdûnî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Ji serhildanê heta berxwedanê, ji berxwedanê heta azadiyê dema azadiya jinê ye” hatin daliqandin.  JINÊN HATIN QETILKIRIN     Jinên ku cilûbergên herêmî yên rengîn li xwe kiribûn, di saetên serê sibê de dest bi dagirtina salonê kirin. Jinên ku demek dirêj govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Di konferansê de jinên ciwan wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz, Pinar Gultekîn, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû, Garîbe Gezer û Jîna Mahsa Amînî ku di dîrokên cuda de hatin qetilkirin hilgirtin. Di konferansê de sînevziyona li ser têkoşîna jinê jî hate nîşandan.    JÎNA AMÎNÎ HATE BIBÎRANÎN     Endama TJA’yê Zeynep Boga ku piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê kir, destnîşan jin pêşengtiyê ji berxwedanan re dikin û Rojhilata Navîn yek ji van qadên berxwedanê ye û got: “Berxwedana ku piştî kuştina Amînî dest pê kir, berxwedaneke li dijî feraseta ku jinê weke kole dibîne ye. Ev berxwedana bi salan e. Jin li her derê li ber xwe didin. Li zindanan, li kolanan, li hemû qadên jiyanê li ber xwe dide. Ev konferans yek ji qadên me yên berxwedanê ye. Jinên ku tên vir pêşengên azadiyê yên berxwedanê ne. Bi vê hişmendiyê em konferansê li dar dixin. Silav li jinên ku li vir ji 4 parçeyên Kurdistanê û gelek bajaran tevlîbûneke xurt kirin.”      ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Endama TJA’yê Bêrîvan Ertel jî Jîna Amînî bi bîr xist û wiha got: “Yên Jîna qetil kirin bila bizanibin ku jin desthilat û rejîma we têk dibin. Her roj tecawîzê zarokên biçûk dikin, jinan qetil dikin. Jin wê vê pergala we serûbin bikin. Em ê li dijî çanda we ya destavêtinê li ber xwe bidin û em ê tu carî serê xwe netewînin. Em dizanin ku em jin, ên ku civakê li dijî nîjadperestiyê û her cure polîtîkayê diparêzin, ji bo ku desthilatdariya zilam-serwer a pênc hezar salan ji dest bidin di nav lezekê de ne. Sîstema bi serdestiya mêr dizane ku wê dawiya wê were, lewma yekser li dijî têkoşîna azadiya jinê şer îlan kiriye.”   ‘EM HEVRÊYÊN KESÊN SERÊ XWE NETEWANDINE NE’   Ertel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd ku li dijî paradîgmaya bi serdestiya mêr destkeftiyeke nû ya dîrokî pêk anî, nayê qebûlkirin. Polîtîkayên tecrîdê kêmasiya çareseriyê ye, kûrkirina şer, xizanî, krîz, kaos û herî zêde jin ji vê bandor dibin. Me li dijî van polîtîkayan têkoşiya û em ê vê bidomînin. Desthilatdariya AKP û MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên mêtinkar bi rengekî bêeman êrîş dikin. Êrîşên zayendîperest ên li hemberî bedena jinê roj bi roj zêde dibin. Kûrbûna şer xwe li Kurdistanê weke polîtîkayên şerê taybet nîşan dide. Kujerê Îpek Er a ku we li Êlihê qetil kir û Sakîne Kultur ku we li Silopiyayê qetil kir, Gulistan Doku ku we li Dêrsimê û Garîbe Gezer ku we di girtîgehê de qetil kir hûn in. Em hevrêyên wan kesan in ku serê xwe natewînin. Em hevalên Semra Guzel a ku we hewl da serê wê bitewînin û Leyla Guven a ku we girtî ne.   EM HÊZA XWE JI AZADIYA XWE DIGIRIN   Nobeta Emîne Şenyaşar nobeta jinan e. Em xwedî li nobetên wîjdanê ku dayik didomînin derkevin. Jinên li Afganîstanê ku bi mayîna li welatên xwe li dijî zîhniyeta Talîbanê li dijî vê zilmê têdikoşin, hêviyê diafirînin. Ji jinên ku ji bo temsîliyeta wekhev û Peymana Stenbolê têdikoşin re silav. Weke tevgera jinê em hêza xwe ji rêxistinbûyîna xwe û têkoşîna xwe ya mafdar digirin. Em tu carî bi sînorên ji aliyê dewleta bi serdestiya mêr ve hatine xêzkirin, nehatine sînorkirin. Berxwedan nasnameya me ya têkoşînê ye. Li hemberî hemû çewisandinan ya serbikeve wê têkoşîna jinê be. TJA'ya ku li dijî komkujiya jinê û ekolojiyê têkoşîna xwe didomîne û ji bo civakê û azadiya jinê têdikoşe wê têkoşînê bidomîne.”