'Ji bo AKP'ê xetereya herî mezin jin e' 2017-10-08 09:33:45 KOCAELÎ - Bertekên li dijî gelaleya ku rayeya mar birînê dide muftiyan, zêde dibi. Endama Platforma Jinan a Kocaeliyê Dîren Goymen da zanîn ku AKP xetereya herî mezin jinan dibîne û wiha got: "Jin her dem li dijî êrîşan amade ne." Piştî Gelaleya Qanûna Mafên Mexdûr û Nifûsê ji Komîsyona Navxweyî ya Meclisê derbas bû, bertekên jinan zêde bûn. Bi guhertina qanûnê re rayeya mar birînê dan muftiyan, vê jî bi xwe re binpêkirina mafên jinan anî. Endama Platforma Jinên Kocaeliyê Dîren Goymen aşkera kir kku mafên ku jinan bi têkoşînê li kuçeyan bi dest xistiye dê teslîmê tu hêz û kesî nekin.   'DIYANET ÊRÎŞAN DIPARÊZE'   Goymen da zanîn roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, êrîşên li dijî jinan zêde bûne, desthilatdarî dixwaze li gorî hişmendiya xwe profîleke jinê biafirîne. Goymen eşkere kir ku tişta ku AKP dixwaze ava bike, "jineke muhafazakar, meqûl û qebûl e" û wiha got: "Ev profîla ku hatiye xêzkirin, divê jin di qada cemaweriyê de neyê dîtin, bi karê malê re eleqedar bibe, serê xwe bitewîne, îsyan neke, tiştên jê re tê gotin lêpirsîn neke. Jinên ji derveyê vê profîlê dimînin, AKP wan hedef dide nîşan." Goymen diyar kir ku Weqfa Karên Diyanetê jî piştgiriyê dide êrîşên li dijî jinan û piştrast kir ku AKP dixwaze li ser jinan civakeke nû ava bike, lê ew wekî jin dê li dijî êrîşan serî netewînin.   ‘BI FETWAYAN PIŞTGIRÎ DIDIN’   Goymen destnîşan kir ku Diyanet piştgiriyê dide êrîşên li dijî jinan û hebûna malbatê wekî planekê pêşkêş dike, şekil dide civakê û rol digire ser xwe. Goymen got ku "Bi fetwayên ku dane re 'Qanûna Muftiyan' anîn Meclisê" û wiha pê de çû: "Qanûna Mafên Mexdûr û Xizmetên Nifûsê dîsa hat sererastkirin. Di xizmeta nifûsê de beyana gotinî esas tê girtin dê ev jî rê li ber îstismara zayendî û ev yek dê rê li ber zewaca zêde veke. Ev ne qanûneke nû ye. Sala çûyî bi biryara Komîsyona Hev Veqetandinê pêşî li veqetîna jinan girtin û bi vîna ku jinan li kuçeyan da nîşan, ev paşve hat kişandin."   ‘AKP JI TEKOŞÎNA JINAN DITIRSE’   Goymen diyar kir ku AKP herî zêde jinan xeter dibîne û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Ji ber wê êrîşeke zêde li dijî jinan pêk tê. Desthilatdariya AKP'ê ji tevgerên jinan ditirse. Di dema şer de hemû kuçe vala bûn, lê jin li kuçeyan bûn. Hêza berxwedêr a li dijî desthilatdariyê jin in. Her noqteya tundiyê ku jin destên xwe davêjnê, bi berxwedanê bi ser dikevin." Goymen da zanîn ku dê jin berxwedana xwe dewam bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîstî bi bangeke ji bo jinan heye. Divê jin li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û bêjin ku jiyana me ya me ye."