'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê' 2022-10-02 16:27:10   WAN - Li Wanê, serhildanên ku piştî kuştina Jîna Emînî hatibûn destpêkirin û bi berbelavî didomin hatin silavkirin. Jinan peyama ku wê 'têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê' dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Jinên Starê û gelek rêxistinên jinan ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê "polisên sincî" ve hatibû kuuştin, li taxa Xaçort a Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankart û dovîzên mîna "Di sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve dimeşin de em ê serî li ber dîktatoriyan netewînin" û "Vina ma cuwîyena ma şên kena" hatin vekirin û jinan dûrişmeya "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.    'EM JIN DIDIN JINAN'   Di çalakiyê de Hevseroka BDP'a Wanê Gulderen Varli axivî û diyar kir ku wê jin serê xwe ji aqilêm zilam re daneynin û wiha got: "Aqilê mêr Mahsa Emînî qetil kir. Kes nikare li ser laşê me, cewhera me û tiştê ku em bixwin biryarê bide. Em destûrê nadin vê. Bawerî ya me ye, bila tu kes hewl nede serdestiya me bike. Ji bo vê em soz didin jinên hatine qetilkirin, em ê têkoşîna 'Jin jiyan azadî' bigihînin serkeftinê."   Jinan laçikên serê xwe danîn û kuştina Jîna Emî şermezar kirin û bi vî awayî çalakiya xwe bi dawî kirin.