Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin 2022-10-03 14:38:22 ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 20 jinên girtî bi mebesta piştevaniya bi çalakiyên li Îranê re pora xwe jê kirin ku ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hatibûn destpêkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatibûn destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Çalakiyên protestoyî sînorên Îran û rojhilatê Kurdistanê jî derbas kirin û ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, li gelek bajarên cuda yên cîhanê bebelav bûn. Ji bo piştevaniya bi jinên îranî re, girtiyên jin jî dest bi jêkirina porê kir. Jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê, di 30’ê îlonê de ji bo Jîna’yê pora xwe jê kiribûn.    Li gorî agahiyên ji parêzaran hatine girtin, 20 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê bi mebesta piştevaniya bi çalakiyan re pora xwe jê kirin.