Faîlê tacîza zayendî hat girtin 2022-10-08 10:45:02     WAN - Li Wanê faîlê ku li zanîngehê tacîza zayendî li jinekê kirî hat girtin.    Xwendekareka jin, li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê rastî tacîza zayendî ya mêrekî hat. Xwendekara jin, di 6’ê cotmehê de li emniyetê giliyê tacîzkar kir û li ser vê yekê tacîzkar hat binçavkirin. Piştî lêkolînên kamerayan û axaftinên şahidan, tacîzkar sewqî Edliyeya Wanê hat kirin û îfadeyê wî hat girtin. Dadgeriya Cezayên Silhê bi sedema “tacîza zayendî” biryara girtinê da û tacîzkar şand girtîgehê.