Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin 2022-10-10 14:18:03   STENBOL - Postera mezin a endama Navenda Lêkolînên Jineoljiyê Nagîhan Akarselê li avahiyê Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê hate daliqandin.    Postera mezin a endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagihan Akarselê ku di 4’ê cotmehê di encama êrişeke bi çekdarî li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê de hatibû qetilkirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê hate daliqandin. Li ser postera mezin a Tevgera Jina Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê amade kiriye ligel wêneya Akarselê nivîsa “Nagîhan Akarsel nemir e. Nagîhan Akarsel di têkoşîna jinan a azad de pênûsa zanîst û têkoşînê ye. Jin dê şopa pênûsa wê bidomînin” hate nivîsîn.