Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû 2022-10-12 09:49:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê konferansa xwe ya duyemîn bi encamnameyekê bi dawî kir. Di danezana encamê ya konferansê de hate destnîşankirin ku di têkoşîn û parastinê de rêgeza herî girîng a mirov rêbaza xweparastina netewî ye.    Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê ku bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê ciwan ê Viyan û Nûjiyanê şerê azadiyê qezenc bikin" li Reqayê dest pê kir, bi dawî bû. Di konferansê de rewşa rêxistinkirina yekitiyê, xebatên wê û perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştî nîqaşên hatin kirin li herêmên Reqa û Tebqayê endamên Yekitiya Jinên Ciwan hatin diyarkirin. Tê payîn ku kadroyên rêveberiya Minbîc û Dêrazor dê di demekî nêzîk de bên diyarkirin. Di encama konferansê de gelek biryar hatin girtin.    Di dawiya konferansê de ev rêzebiryar hatin girtin:   "Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn bê meşandin, li ser şopa fikrên wî sepandina fikr û felsefeya rêbertî, perwerdeyên îdeolojî û siyasî dê bên dayîn.   * Ji bo çalakkirina rola jinên ciwan a di civakê de û avakirina meclisên jinên ciwan, dê li bajêr û gundewaran kampanyayeke rêxistinî bê lidarxistin.   * Di têkoşîn û parastinê de, rêgeza herî girîng a mirov rebaza xweparastina netewî ye.    * Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, bicihkirina bingeha parastina cewherî di çarçoveya parastina rewa de.   * Lidarxistina Mihrîcana 4’emîn a Şehîd Stêrvan li ser asta deverên rizgarkirî.   * Zêdekirina çalakiyên hevbeş ên di navbera jinên ciwan ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.   * Zêdekirina serdanên malbatên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û lidarxistina civînan bi wan re, bi armanca perwerdekirina wan li ser fikr û birêxistinkirina jinên ciwan.   * Aktîfkirina komîteya xwendekaran nexasim ku ew ji girîngtirîn komîteyên Yekitiya Jinên Ciwan e.   * Zêdekirina perwerdeyên fikrî yên girtî û bi taybetî yên vekirî û girîngîdayîna pênasekirina azadiya jinan (welatparêzî, têkoşîn, fikr û îradeya azad, rêxistinbûn û bedewbûn û exlaq) di wan perwerdeyan de.   * Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinan û destekdayîna wan.   * Diyardeya zewicandina zarokan hîn jî kirîzeke divê were çareserkirin, ji ber wê jî divê di vî warî de perwerde û semîner werin lidarxistin.   * Lidarxistina hemleyan li dijî madeyên hişbir û sîxurtiya ku dijmin wê belav dike.   * Destpêkirina perwerdeyên destwerdanên lezgîn di çarçoveya rewşên şer û seferberiya giştî de.   * Vekirina pirtûkxaneyekê ji bo peydakirina pirtûkên rêber Ocalan li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê.