Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin 2022-10-19 13:07:40   AMED - Ji bo Serokatiya Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl hate hilbijartin. Bi hilbijartina Îl’ê re di dîroka DTSO’yê de cara ewil jinek ji bo serokatiya Meclisê hate hilbijartin.    Meclisa Odeya Bazirganî û Senayiyê (DTSO), piştî civîna meclisê ya ewil a serdema 2022-2026’ê ku di 2’yê cotmehê de lidarxist, endamên meclisê diyar kirin.    Li gorî vê bi yek dengê Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl ji bo Serokatiya Meclisê, Salîh Eren û Mehmet Tezgel ji bo cîgiriya serokatiyê û Tûrhan Ûslû jî ji bo endamtiya katîbê hate hilbijartin. Bi vî rengî Meclisa DTSO’yê di dîroka odeyê de cara ewil serokeke meclisê ya jin hilbijart.