Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn 2022-10-20 11:49:07 WAN - Bi hinceta ku di dema pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li Wanê strana “Sê Jinên Azad” striyaye,  salek û 3 meh cezaye hefsê li stranbêj Şîlan Dora hat birîn .   Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wanê bi pêşengtiya Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” mitîng hat lidarxistin. Bi hinceta ku di dema pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li Wanê strana “Sê Jinên Azad” striya bû, derheqê ji bo stranbêj Şîlan Dora de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Stranbêj Dora û parêzerê wê di danişînê de amade bûn. Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û îdia kir ku Dora bi strana “Sêj Jinên Azad” re “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwest bê cezakirin.    SALEK Û 3 MEH CEZA DAN    stranbêj Dora jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir, tawanbariyên tên kirin red kir û daxwaza beraeta xwe kir. Şandeya dadgehê jî biryara xwe da û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, salek û 3 meh cezayê hefsê da Dora. Dadgehê, cezayê Dora taloq kir.