'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye' 2022-10-21 09:02:54   ÎZMÎR - Jinên endamên Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Tirkiye ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Divê gel pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."   Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê de êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dike. Dewleta tirk di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkî di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên endamên HPG'ê tesîr ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatin belavkirin.    Jinên endamên Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê, bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî dan.    ‘SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ NAYÊ EFÛKIRIN'   Yeşîm Tûna Kiziltoprak diyar kir ku şer ewilî bandorê li jin û zarokan dike û wiha got: "Awayê şer çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Lewma ez bi nefret qetilkirina mirovan a bi êrişên kîmyewî şermezar dikim. Tu sûcekî bi qasî ku zilma mirova li mirov dike, mirov naêşîne. Lê dîrokê tu carî sûcê li hemberî mirovahiyê efû nekiriye, dê neke. Çendî kesên ku bûn sedeam Hîroşîmayê û gelek şeran nehatibin darizandin jî, lê li bara wijdanê gelan hatine darizandin."   Kiziltoprak destnîşan kir ku ji bo rabûna li ber şer divê ji bo ciwanan hin xebat bên kirin û wiha got: "Wekî Aram Tîgran gotiye, ez hêvî dikim ku hemû çek bibin def, zirne û cumbuş. Aştî jiyan e, şer mirin e. Navê din ê şer wêranî û feqîrî ye. Ez careke din êrişa bi çekên kîmyewî şermezar dikim. Dilê min diêşe."    YA DIPERPITE MIROVAHÎ YE!   Endama 3İnîsiyatîfê Dîdar Gul jî diyar kir ku şerê herî giran li erdnîgariya kurdan tê kirin û got ku mînaka herî dawî jî êrîşên bi çekên kîmyewî ye. Gul destnîşan kir ku çekên kîmyewî hem sûcê şer e hem jî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha got: "Em hemû mecbûr man li wan dîmenan temaşe bikin. Me li wir perpitînek dît. Heqê tu kesî tune ye tiştekî wiha li hin kesên din bike. Em wiha difikirin ku li beramberî vê bilindkirina soza aştiyê watedar e. Gava înîsiyatîfa hat avakirin, em ji bo li dijî hemû awayên şer bitêkoşin bi rê ketin. Niha pir eşkere ye ku bê daxwaza ji bo aştiyê çi qas girîng e û têkoşîneke bibandor e."    Gul destnîşan kir ku divê kesên çekên kîmyewî bikar tînin bên darizandin û hesab bidin kesên ku ji şer bandor girtine û wiha got: "Em ji bo aştiyê têdikoşin. Polîtîkayên koledar û asîmîlasyonê yên li ser gelê kurd, em di hewldanên ji bo kuştina Aysel Tûglûkê û çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn de dibînin. Em ê li dijî vê têkoşîna jinan û ya aştiyê xurttir bikin."   'HÊZÊN EMPERYAL JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG IN'   Berfîn Buyukertaş jî diyar kir ku ev operasyon û êriş ne ji bo "bekaya gelan" in û got ku desthilat ji bo qoltixa xwe tekûz bike û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe ava bike van êrişan pêk tîne. Buyukertaş wiha got: "Kuştina mirovan a bi çekên kîmyewî şerekî dijmirovahiyê ye. Bêguman ne li ser zemîna şer e. Niha ji bo wan nîşan dide ku şer hatiye kîjan sînorî. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo qoltix ji dest neçe hem li derve hem jî li hundir pêngavine dijmirovahî dike. Niha li Kurdistanê vê yekê bi çekên kîmyewî nîşan dide."    Buyukertaş destnîşan kir ku di van êrişan de berjwendiyên emperyal hene û wiha got: "Ji Rûsyayê heta Amerîkayê gelek welat çav berdane çavkaniyên xwezayî yên herêmê. Ji ber vê yekê cîhan li hemberî vî sûcê dijmirovahiyê yên bi çekên kîmyewî tê kirin xwe li bêdengiyê datîne. Li dijî vê, pêwîst e ku derdorên demokratîk û hemû dengê xwe bilind bikin."   Endama Înîsiyatîfê Sîbel Orkmen jî diyar kir ku şer û sûcên şer ên ji aliyê mêran ve tên kirin ne nû ne. Orkmen wiha got: "Lê di vê sedsalê de pêkanîna tiştekî wiha şerm e. Min nikaribû li wan dîmenan temaşe bikim. Divê êdî em pêşî li ber vê bigirin. Divê şer xwedî hiqûq û exlaqê be. Tirkiye bi salan e vî şerî dike. Çendî xwedî artêşeke mezin e jî, lê bi ser nakeve. Ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Her ku têk diçe bêtir qeterehmî dibe Divê tevahiya gelê Tirkiyeyê pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."