Li Rihayê jinek hat qetilkirin 2022-10-21 12:53:49     RIHA - Jina bi navê Sena M. li navçeya Halîliyê ji hêla hevjînê xwe Farîz A. ve hat qetilkirin.    Jina bi navê Sena M. (33) li Taxa Hamîdiye ya navçeya Halîliye ya Rihayê ji hêla hevjînê xwe Farîz A. ve bi çekê hat qetilkirin. Komên tenduristiyê, cenazeyê Sena M. ve rakirin morga Midûriyeta Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku 4 zarokên Sena M. hene.    Kujer Farîz A. piştî bûyerê hat binçavkirin.