Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat 2022-10-21 13:41:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê bi dirûşmeya ‘2'yemîn Şoreşa Cotkarî û Gundewarî dê Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2'yemîn Komxebata Komîteya Jineolojiyê dest pê kir.   Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi dirûşmeya ‘2'yemîn Şoreşa Cotkarî û Gundewarî dê Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2'yemîn Komxebata Komîteya Jineolojiyê dest pê kir.   Beriya ku Komxebat dest pê bike ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojiyê Songûl Guler ve hat kirin. Songûl Gûler di axaftina xwe de bal kişand li ser naveroka komxebatê û wiha got: “Me berê komxebata jineolojî dabû meşandin, îro jî em ê li ser gundewarî xebat bidin meşandin. Weke Komîteya Jineolojî divê em bingehê vê paradigmayê dagirin. Ji ber wê me pêwîstî bi xebatek wisan dît. Mijarên me yên ku em li ser bisekinin vegera li çanda dayîkê weke jin, divê em çanda jinê baweriya jinê çima hemû maf ji destê jinê hatiye girtin, nîqaş bikin. Pergala mêrsalarî çawa li ser xwe li ser jinê ewqas bi hêz kir, armanc çiye hedef çiye bi tûndî li ser jinê de tê. Ji bo di pêşerojê de em hişmendiya jinê di nava paradigmayê de ava bikin divê rê û rêbazên wê çawa be em ê çawa pêk bînin, di vê çarçoveyê de em ê nîqaşan pêş bixin.”    Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona di derbarê komxebata jineolojiyê de hate nîşandan. Piştre guftugo hatin kirin, mijarên ku li ser guftugo were kirin evin: “Di 2'yemîn şoreşa çand û gundewarî de rola jin û bi vî awayî vegera çanda dayîksalarî, di şoreşa civaka xwezayî de rola jinê çibû? Duyemîn şoreşa çand û gundewarî de rola jinê wê çibe û çawa be?”    Herî dawî jî wê nêrîn û pêşniyar werin giritin û li gorî wê, komîteya Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe yên dû salan bike. Tê payîn dê komxebat heya êvarî berdewam bike.