Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband 2022-10-22 09:00:44   MÊRDÎN - Îdianameya der barê qetilkirina Mulkiye Kazanê ku piştî winda bûbû bi mehekê cenazeyê wê di bin axê de hatibû dîtin, temam bû. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku kiryar Mûstafa Asan bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "binpêkirina azadiya kes" bê cezakirin.    Mulkiye Kazan (24) di 16'ê Mijdara 2021'ê de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê winda bûbû û mehek bi şûn de, di 17'ê Kanûnê de cenazeyê wê li gundê Mistefamilk yê Qosera Mêrdînê di bin axê de hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de diyar bûbû ku Mûstafa Asan (24) Kazanê kuştiye û ew binax kiriye.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdianameya der barê Asan de temam kir û 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê jî ew qebûl kir. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Asan bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "binpêkirina azadiya kes" bê cezakirin.    Li gorî agahiyên di îdianameyê de li ser canê Kazanê 3 derbên kuştinê û dewsa 6 derbên aleteke birîner hatine tespîtkirin. Di îdianameyê de beyanên ewil ên Asan hene ku gotiye tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye û roja bûyerê çav bi Kazanê neketiye, lê paşê li xwe mikur hatiye ku wî Kazanê kuştiye.    Lê belê Asan piştî wextekê cardin red kiriye ku wî Kazanê ne kuştiye tenê alikariya wê kiriye ku ji malê bireve.    QEYDÊN HTS'Ê KIRYAR DEREWANDIN   Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li gor qeydên HTS'ê roja bûyerê îstasyonên bazê yên gumanbar û kesa mirî paralelî hev in û çend gav wêdeyî cihê ku gumanbar gotiye "Min dest ji Mulkiyeyê berda" cenazeyê kesa mirî di bin erdê de hatiye dîtin.    XWESTIYE CENAZE BAVÊJE BÎRÊ   Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku Asan ji bo ji cenaze xelas bibe xwestiye cenaze têxe bîra sondajê, lê ji ber ku devê bîrê biçûk bûye nikaribûye cenaze têxê û lewma ew veşartiye.    Danişîna ewil a dozê dê di 25'ê Cotmehê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê lidarxistin.    MA / Ahmet Kanbal