MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin 2022-10-22 13:59:25   AMED - MKGP'ê ji bo piştevaniya jinên rojnameger ên girtî û negirtî tên darizandan dest bi kampanyaya "Ji bo jinên rojnameger azadî" kir.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştevaniya jinên rojnameger ên girtî û negirtî tên darizandan dest bi kampanyaya "Ji bo jinên rojnameger azadî" kir. Di çarçoveya kampanyaya 6 mehî de MKGP'ê gelek kar da ber xwe û wekî beşa ewil jî dest bi kampanyaya îmzeyê kir.    MKGP ku derbarê kampanyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand da zanîn ku azadiya çapemeniyê ji bo pêşketina civakî û jiyaneke demokratîk jêneger e. Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê têkoşîna azadiya çapemeniyê û azadî û mafê jinê bi hev re bê meşandin. Ev yek ji berpirsiyariya me ya sereke ye. Îro li Tirkiyeyê li dijî jinên rojnameger binpêkirina mafên cidî pêk tên. Li Tirkiyeyê herî kêm 10 jinên rojnameger girtî ne. Derbarê bi dehan jinên rojnameger doz hatine vekirin û gelek hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de bi êrişî rû bi rû dimînin."   BANGA PIŞTEVANIYÊ    MKGP'ê banga piştevaniya kampanyayê kir û got: "Divê me jin têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo em wekî MKGP'ê piştevaniya xwe ya bi hevalên xwe re xurt bikin em ê li ser medyaya dîjîtal dest bi kampanyaya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' bikin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de em ê bi hemû hempîşeyên xwe yên li dijî sansurê têkoşînê dikin, ên girtî û negirtî tên darizandin, li qadan tên astengkirin di nava piştevaniyê de bin. Em di serî de ji bo azadiya xebatkarên çapemeniyê bangê li jinên rojnameger, li rêxistinên girseyê yên demokratîk, raya giştî dikin ku tevlî kampanyaya me bibin."   Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihînin kampanyayê