Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin 2022-10-23 14:36:01   ÎZMÎR/MANÎSA - Li Îzmîrê Hulya Şevalci Yegîn û li Manîsayê jî Hûriye Zeybek hatin qetilkirin.   Cenazeyê jina bi navê Hulya Şevalci Yegîn li Sîteya Solvanan a Işikkentê ya navçeya Bornovaya Îzmîrê di di atolyeyeke neqişkirinê de hat dîtin. Malbata Yegîn, îlana windabûna keça xwe dabûn û piştî lêkolînan, cenazeyê Yegîn li atolyeya ku xwediya wê bû hat dîtin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêkolînên cihê bûyerê, cenazeyê Yegin ji bo kar û barên otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê.    LI BERSÛC TÊ GERÎN   Hat zanîn ku têkildarî mirina Yegîn, li zilamê bi navê Kaffar Yegîn tê gerîn ku 6 meh berê bi Yegîn re zewicîbû û ev meheke hewl dide dest jê berde. Li gorî agahiyan, Kaffar Yegîn gelek caran gefa kuştinê li Hulya Yegîn xwarine û Hulya Yegîn jî 4 caran giliyê Kaffar Yegîn kiriye. Li aliyê din derket holê ku der barê Kaffar Yegîn de biryara dûrxistinê jî hatiye derxistin.     Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.    LI MANÎSAYÊ JINEK HAT QETILKIRIN   Li aliyê din, li navçeya Şehzadeler a Manîsayê jî jina bi navê Hûriye Zeybek ji aliyê Zafer Zeybek ku pê re zewicî bû, hate qetilkirin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin veguhestin. Polîsan Zafer Zeybek ku li malê bû binçav kirin û birin qereqolê.