Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin 2022-10-25 09:02:43   DENÎZLÎ - Y.H. ku gelek caran li ber rejîma Îranê rabûye û ji ber vê gelek caran hatiye îşkencekirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, anî ziman ku tiştên li welatên wê diqewimin şoreşa jinê ye û got ku êdî divê hemû cîhan li ber vê rejîmê rabe.    Li Îranê di 16'ê Îlonê de Jîna Amînî ji ber ku porê wê xuya dikir ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Çalakiyên ku piştî qetilkirina Amniyê dest pê kiribûn didome. Îranî tevî hemû êrişên çekdarî, girtin û îşkenceyên hêzên rejîma Îranê jî paş de gav navêjin û her diçe berxwedanê xurttir dikin.    HERÎ KÊM 250 KES HATINE QETILKIRIN   Li gor daneyên Ajansa Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku di 22'yê Cotmehê de belav kirin, di çalakiyan de herî kêm 12 hezar û 450 kes hatine binçavkirin û herî kêm 250 kes jiyana xwe ji dest dane.    Ji jinên ku ji ber zextên rejîma Îranê ji bêgavî koçî Tirkiyeyê kirine Y.H. (34) anî ziman ku tiştên li welatên wê diqewimin şoreşa jinê ye û got ku êdî divê hemû cîhan li ber vê rejîmê rabe.    CEZAYÊ DARVEKIRINÊ   Y.H. ji ber li ber polîtîkayên çewisîner ên rejîma Îranê rabûye 3 caran hatiye girtin. Herî dawî gava hatiye girtin 9 sal ceza lê hatiye birîn. Lê ji ber ku malbatê wê heqaê kaferetê daye hatiye berdan. Y.H. piştî hatiye berdan bi "sîxuriya Amerîkayê" hatiye tawanbarkirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Y.H. ji ber vê ji bêgavî koç kiriye.    DOZA AZADIYÊ DIKIN   Y.H.'yê anî ziman ku rejîma Îranê tim tahdeyê li jinan dike û yên îtiraz dikin jî tênq etilkirin û got ku êdî divê cîhan li ber vê neheqiyê deng derxîne. Y.H.'yê bilêv kir ku li Îranê jin tune tên hesibandin û wiha got: "Li Îranê peywira jinekê ew e ku li mala xwe rûnê û zarokan bîne û wan mezin bike. Gudarkirina muzîkê, ajotina wesayîtê, bêyî laçikê derketina derve qedexe ye. Jinan wekî koleyên cinsî dibînin. Komara Îslamî ya Îranê 43 sal in jinan û mafên wan tune dihesibîne. Lê jin êdî vî tiştî qebûl nakin û îtiraz dikin. Doza azadiyê dikin."    Y.H.'yê destnîşan kir ku jinên îranî dê ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin û got ku bi qetilkirina Jîna Amîniyê re tevahiya civakê li ber xwe dide. Y.H.'yê wiha got: "Mirov li ber polîsên ku Amîniyê qetilkrin radibin. Dibêjin, ew rejîma mela naxwazin. Mirovên îtirazker tên qetilkirin. Lê dîsa jî mirov dest ji kolanan bernadin û berxwedanê mezintir dikin. Li seranserê welêt berxwedan heye. Xwendekarên zanîngehê, jin û mêr bi tevahî êdî vê rejîmê naxwazin."    ŞOREŞA JINÊ   Y.H. bibîr xist ku jin pêşengiya vê berxwedanê dikin û wiha got: "Jin li pêş in, ji lew re herî zêde zilm li jinan tê kirin. Lewma herî zêde jin li dijî rejîmê li ber xwe didin. Doza mafên xwe dikin, bi inyad vê berxwednê didomînin. Niha li welatê me bi pêşengiya jinan şoreşek pêk tê. Em vê rejîmê qebûl nakin. Ji bo dawî li vê rejîmê ê, çi li Îranê çi jî li derve em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bilind xurttir bikin."    MA / Delal Akyuz