Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir 2022-10-25 20:26:10   ŞIRNEX – Komeleya Berî Her Tiştî  Zarok û Jin, ji bo balê bikşîne ser qetilkirina jinan ên li Şirnexê ku di demên dawî de zêde bûne, hevdîtin bi malbatên jinên ku hatine qetîl kirin û partiyên sîyasî re kir.    Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, ji bo balê bikşîne ser etilkirina jinan ên li Şirnexê ku di demên dawî de zêde bûne, hevdîtin bi malbatên jinên ku hatine qetîl kirin û partiyên sîyasî re kir. Şandeya ku Seroka Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin Mujde Tozbey, rêveberên komeleyê Ebrû Tozbey, ji Baroyê Stenbolê Nîlda Baltali, ji Baroya Enqereyê Çîsel Demîrkan pêk hatî, di çarçoveya bernameyê de ewilî têkildarî dosyeyên jinên hatine qetilkirin hevdîtin bi Serdozgerê Komarê yê Şirnexê û Serokê Komîsyona Edaletê re hevdîtin kirin. Şande piştre serdana malbata Fîrdevs Babatê ku di 18’ê Tebaxê de ji aliyê bersûc Ahmet Babat û Berîvan Alturk ve 21’ê Nîsanê de ji aliyê Metin Şengil ve hatibûn qetilkirin û partiyên sîyasî kir.    Şande bi dû re serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr û CHP’ê kir.   ‘EM Ê WAN TENÊ NEHÊLIN’   Piştî serdana malbatan û partiyên siyasî şande çû edliyeyê. Li ber avahiya edliyeyê bi tevlîbûna Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsîz û parezerên baroyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Seroka Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin Mujde Tozbeyê ve hat xwendin. Tozbeyê bal kişand qetilkirina jinan û got: "Li Şirnexê di nava 2 salên dawî de 16 jin hatine qetilkirin û kiryarê 13 jinan nehatine dîtin. Lê belê em kujeran nas dikin. Jin ji aliyê hevserê xwe, bav an jî kesekî nêzî xwe ve tên kuştin. Lê nedîtina kujeran teqez bi perspektîfa vê pergalê ve girêdayî ye. Bi taybetî em ê tevî Baroya Şirnexê lêkolînên xwe bikin û raporên xwe pêşkêş bikin. Û em dibêjin jinên hatine qetilkirin, jin û zarokên ku rastî şîdetê tên ne bi tenê ne. Em ê tim bên Şirnexê û piştgiriyê bidin têkoşîna wan û em ê wan bi tenê nehêlin.”   'PIŞTGIRÎ PÊWÎST E’   Piştre Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz jî diyar kir ku pêdivî bi piştgiriyê heye û got: "Li herêmê komkujiyên li dijî jinan û binpêkirina mafan zêde dibin. Lê mixabin pêvajoya darazê ya van binpêkirinan bi sînor e. Em Baroya Şirnexê ji bo vê têdikoşin, lê pêwîstiya me bi hevgirtinê heye. Û bi nîşandana vê hevgirtinê em ê van barîkatên ku li pêşiya me hatine danîn derbas bikin û bi hev re têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê şande ji bo şopandina doza Hakan Aslankafayê ku di Qursa Qur'anê de bi awayekî sîstematîk dest dirêjî 7 zarokan kiriye û 119 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn berê xwe da Erziromê.