Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin 2022-10-26 14:40:16   STENBOL - Jin Bi Hev Re Bihêz in dê ji bo Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya hatiye binçavkirin û rojnamegerên binçavkirî dê li Kadikoyê daxuyanî bidin.     Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê di nav de bi giştî 11 rojnamevan hatin binçavkirin. Îro serê sibê ji ber axaftina xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, ji ber bi rojan e ji aliyê rayedarên desthilatê ve hedef dihat nîşandan Seroka Desteya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci jî hate binçavkirin.    DAXUYANIYA BI GIRSEYÎ   Jin Bi Hev Re Bihêz in (KBG) dê îşev dijî binçavkirinan li pêşiya avahiyê Operaya Sureyya a Kadikoyê daxuyaniyeke bi girseyî li dar bixin. Jinan derbarê daxuyaniya ku dê saet 19.00’an de were kirin de ev bang kirin: “Şebnem Korûr Fîncanci miroveke zanistê ye, hekîm û parastvana mafê mirovan e. Ew heya îro dest ji gotina tiştên ku ew rast dizane berneda. Kevneşopiya çapemeniya azad li gel hemû êrişan dest ji nivîsandina rastiyan berneda. Dixwazin yên ku heqîqetê tînin ziman û yên ku tevî qanûna dezenformasyonê rastiyan dinivîsînin bi binçavkirinan bêdeng bikin. Lê em wek jin û LGBTÎ+ qet û qetiyen dest ji gotina rastiyan bernadin û dê bernedin jî. Ji bo ku bibêjin em li cem Şebnem Korûr Fîncanci û hevalên xwe yên çapemeniya azad in em ê îro saet di 19.00’an de li pêşiya Operaya Sureyya a Kadikoyê bin!”