Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin 2022-10-28 09:01:28   ŞIRNEX- Di rapora otopsiyê ya Fîrdevs Babatê de ku li navçeya Qilabanê ji aliyê kujer Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin, şopên îşkenceyê hatine dîtin.   Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebana Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babata 17 salî ku di 18'ê Tebaxê de li Qilabanê winda bûbû, li qeraxa Çemê Hêzilê yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê di navbera du keviran de hatibû ditin. Bi aşkerebûna bûyerê re kujer Ahmet Babat hatibû girtin. Tê gotin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan Ramazan Babat ê birayê Ahmet Babat hatiye kuştin.    Di rapora otopsiyê de hatiye diyarkirin ku pêşî îşkence li Fîrdevs Babatê hatiye kirin û paşê bi çekê hatiye qetilkirin. Her wiha di rapora otopsiyê de li ser laşê wê birîn û şopên êrîşa zayendî jî hatine tespîtkirin.   Di raporê de hatiye diyarkirin ku derdora çavê wê yê rastê werimiye û birîn hene û birîna hatiye tespîtkirin û birîna li pişt guhê çepê 12 santîmetre dirêj û santîmetreyek û nîv jî kûr e û birîna li milê çepê jî 2 cm dirêj û santîmetreyekê jî kûr e. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku orta singa wê 2,5 cm, hêla rastê 1 cm, ser milê çepê 1 cm û binê milê rastê jî 1 cm, nava piştê û lingê rastê santîmetreyek hatiye jêkirin.    BI 6 GULEYAN HATIYE QETILKIRIN   Her wiha di raporê de hatiye tespîtkirin ku li ser ling û cihê genîtal ê Babat birîneke vekirî ya bi qasî 15 santîmetreyan kûr û li hêla jorê ya stuyê wê birîneke bi qasî santîmetreyekê û li nava ranên wê jî birîneke 15 santîmetre kûr û 2 santîmetre fireh, di lingê rastê de birînek û li milê çepê jî birîneke bi qasî santîmetreyekê heye.    Ji xeynî vê hatiye destnîşankirin ku dewsa 6 guleyên çekê li ser laşê Babatê hatine tespîtkirin.   MA / Zeynep Dûrgût