Li Wanê mirina jinekê ya biguman 2022-10-28 12:51:44   WAN - Li navçeya Payîzavayê Hulya Avci, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Paga Exnê yê navçeya Payîzava ya Wanê jina binavê Hulya Avci (25), bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku li mala Avci lê dijî dengê çekan hate bihîstin, tîmên tenduristiyê û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Hulya Avci jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Avci ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê. Mirina Avci weke “întîhar” derbasî qeydan hate kirin. Piştî kirariyên otopsiye cenazeyê Avci li Goristana Yolduştuyê hate veşartin. Xizmên Avciyê têkildarî mirina wê gotin ku ‘tu pirsgirêkên wê nebûn.’   Li aliyê din hate hînbûn ku Avci 7 sal in zewicîbû ji vê zewazê 3 zarokên wê çêbûne û yê herî biçûk jî hêj yek sal û nîvî ye. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê wê îro tev li şîna Avci bibin.