MKGP: Em ê li ber xwe bidin 2022-10-29 15:09:32   NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê ku ji bo 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyanî da, got: "Li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurdî em jinên rojnameger, em ê tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li ber xwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin, ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê."   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî girtina 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyaniyeke bi nivîskî da. MKGP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku divê dengê hevpar hîn bihêztir bibe.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Îşkence, girtin, zext, tundî ya li dijî çapemeniya azad a kurd her ku diçe zêde dibe.    Îktidara AKP-MHP'ê ji bo civakê bike yektîp, ji bo tirsê belav bike, gel çavtirsandî bike, israra xwe ya di şer de didomîne, ji bo sûcên dike xuya neke, rastî ji civakê re neyê ragihandin dîsa çapemeniya azad a kurd kir hedef. Îktidara ku bi bêtehemuliyeke mezin nêzî kesên ne ji wan e, dibe: herî dawî bi 'Zagona Sansurê' ya ji Meclîsê derbas kir ji bo çapemeniya azad a kurd bide sekinandin, ket nava tevgerê.    Di lêpirsînê de ku navenda wê Enqere bû, bi wextekî hemdem li 9 bajaran bi ser mala 11 hevalên me de hat girtin, bi kelepçeya berovajî û kaşkirina li erdê hevalên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di nava çar rojên di bin çavan de hatin hiştin, nehat hiştin ku hev bibînin û bi vî rengî hatin tecrîdkirin. Îşkenceya bi gotinan, îşkenceya derûnî û fîzîkî li wan hat kirin. Bi taybet ji bo rojnamegerên jin sepaneke taybet ket meriyetê û bi hewldanên derket pêş hat xwestin rojnamegerên jin bê rûmet bên hiştin.    Îro careke din em bi girtinên ji bo rojnameger rastiyê ji civakê re ranegihînin û rastiyê nenivîsin hatin hemberî hev. Ji hevalên me yên hatin binçavkirin Diren Yurtsever, Habibe Eren, Oznur Deger, Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin û Emrullah Acar serê sibehê bi senaryoya ku bi awayekî bê deng hatibû amadekirin hatin girtin.    Di 8'ê Hezîranê de li Amedê 16 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de jî hatin girtin. Wekî hinceta girtinê jî faliyetên wan ên rojnamegeriyê hatin nîşandan. Derbarê hevalên me yên ku dike têkeve meha pêncan ku girtîne hîn tu îddianame nehatiye amadekirin.    Li dijî girtinan ew ê rojnemegerên jin terka qadan nekin, ew ê şopdarên heqîqetê bin. Çapemeniya azad a kurd tu carî dev ji dîtina rastiyan û dev ji şopandina heqîqetê bernedaye. Di vê oxirê de gelek berdêl hatin dayin û îro jî tê dayin... Em têk neçûn û em têk naçin! Çi rejîmên zextxwir û otokrasî be jî divê pîşeya rojnamegeriyê wekî hinceta binçavkirinê neyê nîşandan û rojnameger neyên girtin. Em çi qasî li ber xwe bidin û têbikoşin em çiqasî bê tirs pîşeya xwe bikin, ew ê zû yan jî dereng rastî derkevin holê. Faliyetên rojnamegeriyê, kamerayên me û pênûsa me nikarin wekî sûc bên hesibandin. Em ji her demê bi hêztir in ji ber ku em lêgerên heqîqetê ne.    Divê em dengê xwe yê hevpar hîn bi hêztir bikin yek. Îro bêhiqûqî û bêedaletiya dest me dide wê sibehê dest kesên dengê xwe dernaxin, bide.    Em bang li hemû rojnamegeran dikin, roja xwedîderketina li rûmeta rojnamegeriyê ye. Îro em li rûmeta rojnamegeriyê xwedî dernekevin, dibe ji bo sibehê gelekî dereng bimîne. Bi taybet li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurd em ê wekî jinên rojnameger tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li berxwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê..."