Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn 2022-10-30 15:09:36   AMED – Ji bo gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay ku li çoltarê Pîranê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.    Yek ji fermandarên YJA Starê Hatîce Ay (Adar Amed) di 19’ê îlonê di pevçûneke li çoltarê Pîran a Amedê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ay, li Mala Şînê ya Badîka ya li Taxa Mevlana Halît a Rezanê mewlûd hat dayîn. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tev li mewlûdê bûn.    Di mewlûdê de ji rêveberên MEBYA-DER’ê Meryem Soylu ji ewil serxweşî da malbatê û wiha got: “Bi sala ye polîtîkaya tunekirinê li ser gelê kurd tê meşandin. Nasname, dîrok û çanda gelê kurd tune tê hesibandin. Gelê kurd û ciwanên kurd ev polîtîka qebûl nekir û ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin. Divê hemû dayik xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin. Azadî û aştî dê ya me be.”