Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin 2022-11-02 09:01:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku li Amedê di 16'ê Hezîranê de hatibû girtin, diyar kir ku feraseta ku Nagîhan Akarselê qetil kiriye û feraseta êrişî rojnamevanên kurd dike heman feraset e û got: "Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin."    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de 20 rojnamevan hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin. Îdianameya der barê rojnamevanan de hê nehatiye amadekirin. Her wiha di 25'ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Enqere jî rojnamevanên kurd hatibûn binçavkirin û ji rojnamevanên binçavkirî 9 jê di 29'ê cotmehê de hatibûn girtin.    Ji rojnamevanên di 16'ê hezîranê de hatibûn girtin Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş ji Girtîgeha Amedê ya Jinan nameyek şand. Alagaşê di nameya xwe de diyar kiriye ku zext û çewisandin nikarin rojnamevanan çavtirsandî bikin.    JI BO ROJNAMEVANÊN JIN HÊZ BÛYE   Alagaşê di nameya xwe de behsa Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê kiriye ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Alagaşê diyar kiriye ku di sala 2010'an de li Enqereyê Akarselê nas kiriye û demekê bi hev re xebitîne û wiha gotiye: "Gava min ew nas kir, hê ez nûçegihaneke çend salan bûm. Li ber me jineke ku dixwest hemû zanyariya xwe bi kelecan bi ciwanan re parve bike hebû. Gava pêwendî bi jinan re datanî teqez tiştekî hîn dibû û dida hînkirin. Nagîhan ku min hêz ji jiyana wê û têkoşîna wê girtiye, li dû xwe têkoşîneke ku ji bo rojnamevanên jin ên kurd hişt." Alagaşê bilêv kiriye ku Nagîhan Akarselê kedeke mezin daye rojnamevaniya kurd û wiha domandiye: "Gava em li têkoşîna Nagîhanê mêze dikin, em fêm dikin ku bê çima hedef hatiye girtin. Bi salan xebatên Jineolojiyê kiriye. Jineolojî ji bo têkoşîna jinên kurd û arkeolojiya jinê xwedî cihekî pir girîng e. Jineolojiyê bi esas girtina dîroka jinê, têkoşîn û estetîka jinê tekariyeke mezin li rojnamevaniya jinê ya kurd û li jinan dike. Lewma bi qetilkirina Nagîhanê re têkoşîna jina kurd û têkoşîna rojnamevaniya jinê û Jineolojî hedef hatiye girtin. Têkoşîna Nagîhanê feraseta mêrsalarî tirsandiye ku hedef hatiye girtin. Heman feraset êrişî rojnamevanan jî dike."    ÇIMA EM HEDEF TÊN GIRTIN?   Alagaş ku di nameya xwe de gotiye "Desthilat êrişê dibe ser rojnamevanên jin, wan binçav dike û digire. Nexwe rojnamevanên kurd têkoşîneke rast dikin" destnîşan kiriye ku feraseta baviksalarî ya li hemberî têkoşîna jinê qels bûye êrişên xwe zêde kirine.    EM Ê BIDOMÎNIN   Alagaşê di dewama nameya xwe de ev tişt gotine: "Feraseta baviksalarî ji bo bibe asteng li ber jinên nêzî azadiyê bûne, bi awayekî hovane êriş dike. Êrişî rojnamevanên jin û Jineolojiyê dikin. Em ji xweliya xwe jinûve welidîne. Ev êriş û perpitîn bêhûde ne. Ji lew re jinan carekê tahma azadiyê kiriye. Dê dest ji rêya azadiyê bernedin. Em ê xwe radestî feraseta baviksalarî nekin. Ji ber ku qetilkirina Nagîhanê li dijî têkoşîna jina ye, beriya her kesî divê jin vê êrişê qebûl nekin. Divê hîn bêtir li dor xebatên Jineolojiyê bibin xelek. Em rojnamevanên jin em ê têkoşîna jinê mezintir bikin. Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin."