KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin 2022-11-03 11:34:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên KCDP’ê yên meha cotmehê, 34 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), daneyên xwe yên meha cotmehê aşkera kirin. Li gorî daneyan, di cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di nava 10 mehên sala 2022’yan de jî 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Hejmara jinên di cotmeha îsal de hatine qetilkirin li gorî cotmeha 2021’an ji sedî 88 zêdetir bû.    Li gorî daneyên platformê, ji jinên hatine qetilkirin 2 jê bi hincetên aboriyê, 11 jê dema dixwestin hev berdin an jî dema zewac û têkilî red kirin, hatin qetilkirin. Hinceta qetilkirina 21 jinan jî nehat tespîtkirin.    JIN JI HÊLA KÊ VE HATIN QETILKIRIN?   Li gorî daneyên KCDP’ê yên meha cotmehê; ji 34 jinên di meha cotmehê de hatine qetilkirin 18 jê ji hêla zilamê pê re zewicîn, 2 jê ji hêla zilamê ku pê re bûn, yek jê ji hêla zilamê ku di demên berê de pê re bû, 2 jê ji hêla xizmên xwe ve, yek jê ji hêla birayê xwe ve, 6 jê ji hêla kesên ku nas dikir ve û yek jî ji hêla kesê ku nas nedikir ve hate qetilkirin. Li gorî KCDP’ê, ji jinên di vê mehê de hatine qetilkirin ji sedî 53 jê ji hêla zilamên ku pê re zewicîbûn ve hatine qetilkirin. Her wiha ji jinên hatine qetilkirin 20 jê li mala xwe, 7 jê li nava kolanê, 2 jê li kargehê, yek jê li çoltarê, yek jê li hotêlê, yek jê li navenda şahiyan û yek jî li ser rêyê pêşiya wê bi wesayîtê hat girtin û qetilkirin. KCDP’ê da zanîn ku jinek jî nehat tespîtkirin bê ka li ku hatiye qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin ji sedî 59 jê li malên xwe hatin qetilkirin.    HERÎ ZÊDE BI ÇEKAN HATIN QETILKIRIN   Bi domdarî KCDP’ê wiha got: “Ji jinên hatine qetilkirin 20 jê bi çekan, 9 jê bi alavên tûj, yek jê bi rêya xeniqandinê, yek jê bi derbkirinê, yek jê ji bilindahiyê ket, yek jê hat jehrîkirin û yek jî bi çakûç hat qetilkirin. Ji jinên vê mehê hatine qetilkirin ji sedî 59’ê jê bi çekan hatin qetilkirin.    Têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan a li Tirkiyeyê ev 12 sal in didome. Weke platformê ji sala 2010’an heta niha em daneyên cînayetan bi raya giştî re parve dikin. Lê belê wezareta karên hundir li şûna ku aşkera bike bê ka çend jin bi kîjan sedemê, li ku û ji hêla kê ve hatine qetilkirin, daneyên cînayetan xelet parve dike û rastiyan berevajî dike. Pêşîlêgirtina cînayetên jinan û pêşniyarên ji bo çareseriyên mayînde, erka dewletê ye. Ji bo ku dewlet vê peywira xwe bi cih bîne û hemû mekanîzmayan têxe meriyetê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”