Li Erdîşê mirina biguman a jinekê 2022-11-05 15:40:47   WAN - Li navçeya Erdîşê jina bi navê F.M. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Çaxirbeg a navçeya Erdîşa Wanê, duh bi şev jina bi navê F.M. (20) li mala xwe bi awayekî biguman ku bi çekê jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku F.M.’yê jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê F.M.’yê ji bo kirariyên otopsiye rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê jina ciwan piştî kirariyên otopsiye li goristana taxê hate veşartin.    GOTIYE KU NAXWAZA BIZEWICE   Hate diyarkirin ku F.M. ya jiyana xwe ji dest dayî nîşankirî bûye û piştî hefteyekê da daweta wê çêbibe. Hate hînbûn ku F.M.’yê ji malbata xwe re diyar kiriye ku naxwaza bizewice lê malbatê biryara wê qebûl nekiriye.