Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike 2022-11-10 09:03:25   AMED - Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ku têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî, wiha got: "Em ê pratîkeke têkoşînê ya li ser esasê xweparastin û çalak û bihêz derxînin holê."    Dê Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê ya 25'an di navbera 12-14'ê mijdarê de li Amedê bê lidarxistin. Komcivîn, dê bi hevkariya Komeleya Jinê ya Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê bê lidarxistin. Akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîst jî di nav de tê payin nêzî 350 jin tev li komcivînê bibin. Di komcivînê de dê mijarên wekî malbat, destdirêjî û destavêtinan, sûcên li hemberî zarokan, xwegihandina edaletê hwd. dê bên nîqaşkirin. Komcivîn dê li navçeya Sûrê li Green Park Otêlê bê lidarxistin.     Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî.    Kaya, anî ziman ku dê piştevaniya li hemberî tahdeyê û rêxistinbûyîna jinan xurt bikin. Kaya, bibîr xist ku ev komcivîn bi salan e tê lidarxistin û ev tiştê gotin: "Herî dawî di sala 2005'an de li Amedê hatibû lidarxistin. Piştî vê pêvajoyê em gelek caran bi wehûnana re rû bi rû man, paşê Rewşa Awarte û pêvajoyên cur bi cur. Piştî vê pêvajoya dûr û dirêj, komcivîn dê careke din li Amedê bê lidarxistin. Ev, dê hem hêzê li hêza me bar bike, hem jî têkoşînê ji nû ve hejîne."   SERNAVÊ SEREKE: MALBAT   Bi domdarî Kaya diyar kir ku nêzî 6 meh in amadekariyên komcivînê dikin û ji bo naveroka komcivînê ev tişt gotin: "Îsal me xwest em malovaniyê bikin. Û di komcivîna navîn de biryar li vê yekê hat dayîn. Nêzî 6 mehan me û pêkhateyên xwe nîqaş kir ku em ê li ser çi biaxivin û divê em kîjan mijaran daxilê rojeva xwe bikin. Dê pêkhateyên li dijî tahdeyê li hemberî jinê têdikoşin, şêwirmendiyê ji jinan re dikin û di warê straeyan de xizmetê dikin û xebatkarên navendên şêwirmendiyê tev li komcivînê bibin. Anku em ê bi helwesteke ku me bihêz dike û pêşve dibe komcivînê li dar bixin. Îsal sernavê me yê sereke malbat e. Polîtîkayên malbatê yên dewletê, di warê têkoşîna li dijî zilaman de zor û zehmetiyan dide der û têkoşînê asteng dike. Em ê vê yekê bidin ber nîqaşê. Dê akademîsyen û aktîvîstên jin ên di vî warî de li qadê xebitîne biaxivin. Her wiha rêxistinên jinan jî dê bi hin atolyeyan van xebatan xurttir bikin. Komcivîna me dê sê rojan dewam bike. Di komcivînê de dê mijarên wekî malbat, destdirêjî û destavêtina, sûcên li hemberî zarokan, xwegihandina edaletê hwd. dê bên nîqaşkirin. Em ê nîqaş bikin ku em ê çawa ji heq van tiştan derkevin û em ê rêbazên têkoşînê jî nîqaş bikin. Çarçoveya giştî bi vî rengî ye."   ARMANC: TÊKOŞÎNEKE HEVPAR Û BIHÊZ E   Di berdewamê de Kaya ev tişt anî ziman: "A girîng xurtkirina piştevaniyê ye. Niha em li ser polîtîkayên malbatê diaxivin, lê piştî wextekê em ê li ser polîtîkayên şer biaxivin. Anku polîtîkayên cur bi cur ên desthilatê hene. Ev hemû jî li hemberî jinan û zarokan wekî tahdeyê xwe ji nû ve hildiberînin. Li hemberî vê hilberandina jinûve em dikarin tiştekî hevpar a çawa hilberînin û piştevaniyê çawa bihêz bikin? A girîng ev e, ji lew re ev êriş dê tu carî neqedin. Divê vê mînîmalîze bikin. Mixabin rolên zayendî yên civakî, pêkhateyên baviksalarî û têkiliyên wan hê jî didomin. Hêmanên nêrza hemû xwe ji nû ve hildiberînin. Polîtîka jî wan xurt dikin. Lewma li hemberî vê piştevanî hinekî sivik dimîne. Nexwe em ê têkoşîneke hîn xurttir çawa birêxistin bikin? Divê pratîkeke têkoşînê ya li ser asasê xweparastinê û pratîkeke çalak û bihêz derkeve holê. Em hêvî dikin ku di danezana encamê ya vê komcivînê de jî pratîka vê têkoşînê derkeve holê."   MA / Eylem Akdag