Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin 2022-11-12 16:10:00   ŞIRNEX - Jinan li Botanê starta 25’ê Mijdarê dan û gotin: “Li dijî faşîzmê tekoşîna xwe bilind bikin.”   Li navçeya Qilêban a Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan xwestin ku li qada Newrozê startê bidin lê polîsan bi hinceta ku “Li dijî qanûnê ye” asteng kir. Jinan li tevî hemû astengiyan jî xwestin ku bimeşin û rastî êrîş polîsan hatin. Jinan ev biryar bi çalakiya rûniştinê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kir. piştre ji bo ku daxuyaniyê bidin derbasî qada Qilêbanê bûn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP’ê navend û navçe û Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin. pankarta,”Jin jiyan azadî,li dijî faşîzmê  dem dema azadiya jinane” hate vekirin.     ‘EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Guler Tunç ve hat xwendin. Tunç diyar kir ku ew di her qadên jiyanê de tekoşÎnada xwe didomînin û got: “Ew hişmendiya ku me di mal û zindanan de girtî dihêle û hewl dide ku ramanên me û hêza me ya rêxistinî asteng bike divê bizanibe ku em ê berxwedana xwe bidomînin û azadiya jinê zêdetir bikin. Û em ê pratîkên tundiyê yên dewleta mêrsalar ên wek lêgerînên tazî yên di girtîgehan de, heqaret, şewitandina înfazan, sepanên lijneyan, bêparhiştina ji pirtûk û rojnameyan tu caran nepejirînin. Bi vê boneyê jî, em bang dikin ku her kes li nobeta malbatên ku ev bi mehan in ji bo zarokên xwe yên ku di girtîgehan de mirin li wan tê ferzkirin têdikoşin û berxwedana dayîka Emîne Şenyaşar a ku li hemberî bêdadiyê li ber xwe dide xwedî derkeve. Dîsa di şexsê Aysel Tugluka ku bi têkoşîna gerdûnî ya hevpar a jinan hat berdan de, ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi heman biryardarî û astê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘LI HEMBERÎ ŞER DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Tunç di berdewama axaftina xwe de destnîşanî pêkanînên dewletê yên li ser jinan û wiha domand: “Divê îşkenceyên ku li bedenên mirî yên Kurdan tên kirin, êrîşên li ser goristanan jî wek domahîka van polîtîkayan bên destnîşankirin. Texrîbatên civakî yên ku ji ber çekên kîmyewî pêk tên her ku diçe zêdetir dibin.Di kesayeta Şebnem Korur Fîncanci ya ku li ku derê dibe bila bibe bi tu awayî dev ji afirandina zanistê ya ji bo civakê bernedaye de, helwestnîşandana li hemberî çekên kîmyewî meseleya rûmetê ye.Careke din, wek TJA, em bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, raya giştî ya xwedîwijdan û demokratîk dikin ku li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.”   ‘JI JINAN DITIRSIN’   Piştre Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr destnîşan kir ku îktîdar ji tekoşîna jinan ditirse û wiha axivî:” Li Qilebanê şerekê taybet heye. Berîya 6 mehan Berîvan Alturk bi keça xwe li kolanê bi wahşet hate qetîl kirin. Ew kamera û mobeseyên ku her deqe dixebite qetlîama li ser bedena Berîvan nedît lê belê ew kamera û hêzên dewletê ji bo ku em balê bikşînin li ser qetîlkirina jinan bikin em dorpêç dikin û êrîşê jinan dikin. Şîdeta herî mezin li ser me ye. Lê bersîva têkoşîna me li hemberê vî êrîşê wek raperîn e. Hûn dixwazin têkoşîn û berxwedana me qels bikin. Lê hûn rixmî van encam nagirin. Ev zêdebûna êrîşan jî nîşan dide ku ji jinan ditirsin. Ji ber vê jinên pêşeng hedef digirin û wan dîl digirin. Lê bizanibin ku tevî van çawa ku heya niha we encam negirtiye hûn ê niha jî nekaribin bistînin.”   Piştre jin derbasî ser gora Hevseroka Meclîsa Gel ya Cizîrê Asya Yuksel a ku di qedexeyên Cizîrê de di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin da. Di serdanê de li ser navê malbata Yuksel jinbira wê Heybet Urun axivî. Urun,diyar kir ku ew ê di her şert û mercan de tekoşîna wê bidomînin û got ku qetilkirina jinê qetilkirina jiyanê ye.   Parlementera HDP’ê Îmîr jî bal kişand Li ser tekoşîna Yuksel û diyar kir ku tekoşîna Yukselan ji wan re mîras maye.   Serdan bi danîna qurnafîlan a li ser goristanê bi dawî bû.