Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin 2022-11-14 13:11:01   ÎZMÎR - Tê xwestin ku Mahşid Nazemî ya îranî ku derbarê wê de biryara darvekirî heye û li Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê tê ragirtin dersînor bê kirin.    Mahşid Nazemî ya penabera ji Îranê ku li Îzmîrê dijî, di 8’ê mijdarê de bi hêceta “îmzeya te ya kêm heye” gazî wê kirin ku biçe îdareya koçberiyê û li vir hat binçavkirin. Nazemî birin Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê û tê xwestin ji Aydinê ji bo Îranê dersînor bikin. Hat zanîn ku cezayê darvekirinê li Nazemî ya penabera siyasî hatiye birîn. Meclisa Koçberiyê û Penaberiyê ya HDP’ê, Piştevaniya Jinan jî din av de gelek sazî û dezgehên siyasî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bang kirin ku Nazemî bê berdan.    JI BO ÎMZEYÊ LÊ GERIYAN LÊ WÊ KIRIN BINÇAVAN    Mahşîd Nazemî serpêhatiyên xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir û wiha got: "Îro ji Rêveberiya Koç û Koçberan a navçeya ku ez lê dijîm telefonî min kirin. Ji bo ku li ser dosyaya min çend îmzeyan îmze bikin gazî min kirin. Rojek berê gef li min xwaribûn. Otomobîlek li ber mala min sekinîbû û gef li min xwar. Li ser vê yekê min giliyê wan ji polîsan re kir Min digot qey polîs gazî min dike. Ez serê sibê çûm Daîreya Koçê û min xistin binçavan. Ez li qereqolê me. Dê min bibin kampa vegera penaberên Îranê."   BAROYA AYDINÊ KET TEVGERÊ    Li aliyê din me têkildarî mijarê ji Baroya Aydinê agahî wergirtin û Baroyê da zanîn ku ew ê ji bo Nazemî bikevin tevgerê û karûbarên hiqûqî bidin destpêkirin.