Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan 2022-11-16 13:51:50   ENQERE - Meclisa Jinan a KESK’ê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir û peyama dê li dijî êrişên ser jinan li qadan bin da.    Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî bi civîneke çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Meclisa Jinan a KESK'ê diyar kir ku wan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bernameya 3 milan ve wekî çalakiyên medyaya dîjîtal, çalakiyên qadan û çalakiyên li cihê kar dane amade kirine.    DÊ BIÇIN SERDANA DAYIKÊN DAXWAZA EDALETÊ DIKIN   Metna daxuyaniyê Sekretera Meclisa Jinan a KESK’ê Done Gevher xwend û diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundî û qetilkirina jinan têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin. Gevger da zanîn ku ew ê di 18’ê mijdarê de dest bi rêzeçalakiyên xwe bikin û ewilî dê serdana Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê digire bikin û piştre dê bi jinên Nobeda Edaletê digirin re bên cem hev û serdana dayikên girtiyan û Dayikên Şmiyê bikin û piştevaniya jinan bikin. Gevher bi bîr xist ku ji 25’ê Mijdara sala par ve heta îro tundiya li ser jinan bênavber berdewam kiriye û di salekê de 376 jin hatine qetilkirin. Gevher got jinan bênavber li dijî zîhniyeta tundekar têkoşîna xwe berdewam kirine û ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî her cure tundî û êrişên li ser jinan li qadan bin.