Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da 2022-11-17 10:39:17   STENBOL - Ji Jin Bi Hev Re Bihêz in a Tirkiyeyê Îrem Gerkûş tev li Konferansa Navneteweyî ya Jinan bû. Gerkuş anî ziman ku jinan di konfransê de soza têkoşîna li dijî mêtingeriyê, netewperstiyê û talankirina kedê dan û diyar kirin ku ji bo qada berxwedanê ava bikin û piştevaniyê mayînde bikin jî dê têbikoşin.    Tora Jin Peşerojê Dihûnin, 2’yemîn Konferana Navneteweyî ya Jinê di 5 û 6’ê cotmehê de bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye ” li Berlîn a Almanyayê li dara xist. Li gel tevgera jinê ya kurd li 41 welatan 800 jin tev li konfransa ku 2 roj dom kiriye bûn.    Jinan di encamnameya konfransa de anîn ziman ku ew ê xwebûna xwe ava bikin û dê navên zilamsalariyê li wan û axa wan kiriye qebûl nekin. Jinan ji bo hemû jinên ku bêriya jiyaneke cudatir dikin, banga tevlibûnê têkoşîna “Şoreşa Jinê” kirin.     Endama Jin Bi Hev Re Bihêz in Îrem Gerkûş çavdêriyên xwe yên konferansê vegot.    TÊKOŞÎNA JINÊ Û EKOLOJIYÊ   Di konferansa ku ji 5 rûniştinan pêk hatiye û 2 rojan dom kiriye de mijarên netewedewletê, şer, dagirkeriyê, ekolojî, çîna feraseta zilamsalariyê ava dike, netewperestî, Civaknasiya Azadiyê û Jîneolojî hatin nîqaşkirin. Gerkûş anî ziman ku di konferansê de coşeke mezin hebû û wiha got: “Ji Amerikaya Latîn tevlibûn gelek bû. Dîsa ji Spanya, Fransa, Filipîn, Yemen, ji Rojhilata Navîn heya Ewropayê gelek jin tev li konferansê bûn. Dîsa li ser dewlet û mêtingeriyê jî nîqaş hatin kirin. Jinan anî ziman ku têkoşîna jinê di esasê xwe de têkoşîna axê ye. Ev nirxandin gelek hêja û binirx bû.”   CIWAKNASIYA AZAD Û JINEOLOJÎ   Gerkûş, diyar kir ku jin di nava têkoşîna li dijî mêtingeriya kedê de ne, nîqaşên kûr kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijarên aborî û helwesta ku keda jinê nabîne hate nîqaşkirin. Di roja 2’yemîn de hin komxebat hatin kirin. Yek ji van jî ya jinê zorî koçberiyê dike û ji axa xwe dûr dixe hate nîqaşkirin. Dîsa li ser parastina ziman û çandê hat sekinîn û li dijî antî faşîzmê girîngiya avakirina eniya têkoşînê hate nîqaşkirin. Herî zêde azadiya civaknasiyê û Jineolojî bala jinan kêşa. Jiyaneke azad dê çawa bê avakirin, em ê vana çawa hîn bibin hatin nîqaşkirin. Dîsa jin ser pergala hevserokatiyê û tevlibûna jinan a qada siyasetê sekinîn û herwiha ser mijaran nîşandanên sînevîzyonê çêbûn.”   BANDORÊN TEVGERA JINAN A KURD   Bi domdarî Gerkuş anî ziman ku di mezinbûna tora piştevaniyê de Tevgera Jinê ya Kurd bandorek mezin çêkiriye û wiha pê de çû: “Di mezinbûna tora piştevaniyê de Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê xwedî roleke mezin e. Polîtîka û rêxistinkirinên li wir tên kirin gelek balkêş bûn. Her wiha her jinek ji cihê ku jê tê, qala têkoşîna xwe ya axê kir. Ji devê yekem guhdarkirina pirsgirêkan pir hêja bû. Pirsgirêka jinan a herî mezin mêtingerî û nijadperestî ye. Jin dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn û xweser bin. Jin ser mêtingeriyê, nijadperstiyê, ekolojiyê, perwerde, tenduristî, ziman û çandê nîqaşan dan meşandin û soza têkoşîna dijî mêtingeriyê dan. Em ê di rojên pêş de bibînin bê ka dê ev têkoşîn çawa pêk were.”   ‘BI HÊZEKE MEZIN VEGERIYAM’   Di berdewamê de Gerkuş bi bîr xist ku ew ji konferansê bi hêzeke mezin vegeriyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku piştî vê konferansê wek parzemîn civînên online pêk bên. Kordîneya konferansê dê nîqaşan hatine kirin sade bike û ji pêkhateyan re bişîne. Min hêzeke mezin ji konferansê girt. Em li Tirkiyeyê gelek rastî êrişan tên. Ji ber wê carnan pir ditengijim. Ez difikirim ku tevgera jinê ya li Tirkiyeyê dê bibe perçeyeke tevgera jinê ya femînîst û ya cîhanê. Ez hêvîdarim ku em ê vê piştevaniyê xurttir ava bikin.”   MA / Esra Solîn Dal