Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand 2022-11-17 15:58:42   WAN - Meclisa Jinan a DBP’a Wanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” damezrandina xwe ragihand û banga rêxistinkirinê kir.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) li Wanê bi tev li bûna gelek jinan, bi daxuyaniyekê li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê damezrandina xwe ragihand. Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhatê (GOÇ-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, xebatkarên Jîneolojiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Jinan a STAR’ê tev li daxuyaniyê bûn. Ji bilî pankarta “Em ji bo pêşeroja jina azad xwe birexistin dikin” wêneyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin hatin daliqandin.    ‘DENGÊ HEVKAR Ê CÎHANÊ’   Berdevka Meclisa Jinan a DBP’a Wanê Nîlufer Ayhan a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi êrişên li dijî jinan û civakê re rû bi rû ne û di serdemeke zor de ne. Li dijî hemû êriş û nebaşiyên pergala serwer a zilam tacîdarbûna têkoşînê ya bi dirûşmeya ‘Jiyan jiyan azadî’ ne tesaduf e. Ev denge îro ji Kurdistanê dest pê kir niha belavî hemû cîhanê bûye. Divê vî dengê bûye civakî bilindtir bikin, rêxistin bikin û sedsala 21’emîn bikin şoreşa jinê.”    ‘ÊRÎŞÊN BÛNE SÎSTEMATÎK’    Ayhan, diyar kir ku bi bilindkirina faşîzmê tundiya li dijî jinê zêde bûye û wiha berdewam kir: “Gelek êrişên li dijî jinan tên kirin bi destê dewleta zilam tên sîstematîzekirin. Li welatê me jî koalisyona serwer, a netewperest, olperest û nijadperest ewilî polîtîkayên azadiya jinê hedef digire, êrişî nasname, hebûn, laş, nirx û têkoşîna jinê dike.”   MECLISA JINAN A DBP’Ê DAMEZRANDINA XWE RAGIHAND   Ayhan, destnîşan kir ku xweparastin, di têkoşîna rêxistinkirî de derbas dibe û wiha got: “Em bi biryar in ku peywîra xwe ya serdema nû rêxistinkirina jinan em ê ji gundan heta taxan heta her qadên jiyanê ava bikin. Ji ber vê yekê em ê pêywîra xwe ya rêxistinkirinê weke Meclisên Jinan ên DBP’ê xwe bi xwe ava bikin. Weke Meclisên Jinan ên DBP’ê armanca me ya bingehîn, mezinkirina berxwedanê, rêxistinkirin, reng û aqlê jinê li nav siyasetê bi cih kirin û avakirina civakeke azadîxwaz a jinê ye. Bi rêya Meclisê li dijî nêzîkatiyên serweriya zilam em ê berxwedana xwe li her qadê mezin bikin. Dema ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin li dijî her cure tundiya li ser jinan tê birêvebirin, em di têkoşînê de bi israr in. Bi vê munasebetê em Meclisa xwe ya Jinan a DBP’ê radigihînin. Li dijî tundî, tacîz, tecawiz, her cure hişmendiya zilam, koletîj, mêtîngerî, xizaniyê em ê li qadan bin û jiyaneke wekhev ava bikin.”