Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin 2022-11-18 13:38:18 STENBOL - Aktivîsta feminîst Nesrîn Afzaliyê ku got li Îranê "şerpa tabûyek e bû" destnîşan kir ku êdî ev tabû hatiye şikandin. Afzaliyê bal kişand ser cudabûna çalakiyên jinên îranî û wiha got: "Jin, berî ku şerpayên xwe bişewitînin ewilî dans kirin. Her du jî li gorî îslamê heram in."    Serhildana gel a li Îranê ku piştî "polîsên exlaqê" yên rejîmê Jîna Emînî kuştin dest pê kir, zêdetirî 2 meh in bênavber didome. Berxwedana ku li Rojhilat bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" dest pê kir, li tevahiya bajarên Îranê belav bûye û tevî hemû çewisandinên rejîmê jî her diçe xurttir dibe.    Yek ji edîtorên kovara herî navdar a Îranê "Everday Feminîzm"ê aktivîsta feminîst a îranî Nasrîn Afzalî ku di sala 2010'an de ji bêgavî ji Îranê derketiye, geşedanên li Îranê ji ajansa me re nirxandin.    'QEREQOLA TAYBET: VOZARA   Afzaliyê diyar kir ku Jîna Emînî ji ber ku xuya kiriye hatiye binçavkirin û di binçavan de hatiye kuştin û bal kişand ser raporên polîsan. Afzaliyê da zanîn ku "polîsên exlaqê bi vê hincetê bi hezaran jin girtine.    Afzaliyê bilêv kir ku gelek jinên guh li pîvanên rejîmê nekirine polîsan ew birine "Qereqola Vozarayê" û ev agahî dan: "Qismek jin tên hişyarkirin; lê piraniya wan dibin Qereqola Vozarayê. Ez jî carekê ji ber şerpayê hatim girtin û min birin Qereqola Vozarayê ku naşibe qereqoleke asayî. Ev qereqol li gor yên din cudatir û taybettir e. Li vir kesên araqê vedixwin, kesên ji ber bîrdoziya xwe û sûcên dînî, jin û mêrên bi hev re tevlî partiyan dibin an jî hezkiriyên nezewicandî tînin vira. Gava mirov li van pêkanînên li welêt mêze dike, mirov dikare bibêje ku Jîna Emînî bi lêdanê hatiye kuştin."    PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ   Afzaliyê bal kişand ser pêvajoya binçavkirina jinan jî û axaftina xwe wiha domand: "Polîs, jinên guh li 'pîvanan' nakin li nava kuçeyê binçav dikin. Wan li wesayîtan siwar dikin û paşê wan dibin vê qereqola taybet. Ji ber ku jin wekî sûcdar tên hesibandin wêneyên wan digirin û formekê bi wan didin îmzekirin ku careke din sûc nekin. Radigihînin, ger ev bê dubarekirin dê cezayên giran li wan bên birîn. Piştî ku bav an jî hevjînên jinan kincên munasib ji wan re tînin, tên berdan. Malbatan jî bi zanebûnî daxilî vê pêvajoyê dikin û bi v awayî jinan diçewisînin. Ev tişt hatiye serê min bi xwe jî."    ROJNAMEVANÊN HATINE GIRTIN   Afzaliyê ragihand ku birayê Emîniyê wê li nexweşxaneyê dîtiye û telefonî çend rojnamevanan kiriye. Afzaliyê wiha domand: "Hê j em tam nizanin bê ka birayê Mahsayê pêwendiyeke çawa bi rojnamevanan re daniye. Lê rêyek dîtiye. Ji lew re ev yek ji bo rojnamevanan pir talûke ye. Jixwe du nûçegihanên ji nexweşxaneyê nûçe ragihandine û li bajarê Seqizê çûne merasîma cenaze hatine girtin."    Afzaliyê destnîşan kir ku ji ber ku Emînî kurd bûye bêtir berbiçav bûye û got ku li nezaretên polîsan gelek kes tên kuştin. Afzaliyê ji bo vê çend mînak dan: "Mesela, jinek ji ber ku bi hevalekî xwe yê mêr re bûye li bajarê Hemedanê hat girtin û paşê polîsan got xwe kuştiye. Lê em dizanin ku ev ne pêkan e. Bi îşkenceyê hatiye kuştin. Yanî tişta ku ez dixwazim bibêjim; piştî binçavkirin û girtina ji aliyê polîsên exlaqê ve cinayet çêdibin an jî xwekuştin."    'ŞERPA TABÛYEK BÛ'   Afzaliyê bilêv kir ku cara ewil e ku li vir jin bi awayekî berbelav şerpayên xwe derxistine û bi şewitandina şerpayan çalakiyên protestokirinê mezin bûne. Afzaliyê wiha got: "Tew hin jin berî ku şerpayên xwe bişewitînin an jî piştî şewitandinê dans kirin ku ev pir sembolîk e. Ji lew re em dizanin ku her du jî li gorî îslamê qedexe ne. ŞErpa tabûyeke rasteqîn bû. Bi rastî jî ji aliyê hikûmetê  mirovan wekî tiştekî pir hesas dihat dîtin. Lewma ev liv û tevgera jinan tiştekî pir ecêb bû. Jin niha çalakiyên xwe li ber polîsan dikin, dîmenan digirin û dişînin. Helbet ev pêşketineke pir mezin e. Ev israra jinan dikare 'polîsên exlaqê' veguherîne exlaqeke rasteqîn."