TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya 2022-11-18 17:53:40   MÊRDÎN - TJA ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li Şemrexê bi jinan re civiya, destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya Tevgera Kurd li hemû cîhanê belav bûye.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li gundê Çemê Reşan ê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi jinan re civiya. Jinan di bernameyê de bal kişand ser pirsgirêkên jinan û civakî. Endamên TJA, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û jinên herêmê tevlî bernameyê bûn.    TÊKOŞÎN LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ   Di bernameyê de Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî axivî. Bahçeciyê bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û bibîr xist ku 62 sal berê li Komara Domînîkê sê jin, "Xwişkên Mîrabel" ji aliyê rejîmê ve hatine qetilkirin û pişt re 25’ê Mijdarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hatiye diyarkirin. Bahçeciyê bi domdarî wiha got: “Jin, her tim û li her derê bi destê mêran û desthilatdariya zilamsalarî tên qetilkirin. Li Tirkiyeyê her roj 4-5 jin tên qetilkirin û heke em li salê bixin, ev digihê bi hezaran jinî. Pêwîst e em jin jî li dijî vê yekê li kolanan û qadan bitêkoşin û van komkujiyan qebûl nekin.”   ‘JIN, JIYAN, AZADÎ' LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛYE   Bahçeciyê bal kişand ser dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”yê û qetilkirina Jîna Emîniyê û wiha got: “Jîna, ji ber ku tayek porê wê xuya kiribû ji aliyê 'polîsên exlaqê' yên Îranê ve hat qetilkirin. Li dijî vê yekê jî jin, bi mehan e li hemû cîhanê rabûne ser pêyan. Heta niha tenê Tevgera Kurd dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî'iyê bi kar dianî. Lê niha ev dirûşme li seranserê cîhanê belav bûye. Ev yêk jî bi têkoşîna jinê pêk hatiye.”    Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.