Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e 2022-11-19 09:01:20   WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, diyar kirin ku bêdengî "mirin" e û gotin: "Çareserî ne bi şer, bi aştî û edaletê pêkan e."    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan ku Tirkiye li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe bi kar tîne. Ji dayikan Besna Aydoganê, bilêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û sûcê şer e û ev pirs kir: "Çendî bikaranîna çekên kîmyewî sûc e jî, lê çima li dijî kurdan tê bikaranîn."    Aydogonaê bal kişand ser "Meşa Mirovahiyê" ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û wiha got: "Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Bila mirin bi dawî bibe û aştî û aramî çêbibe. Kurd naqedin û dest ji têkoşînê bernadin. Em ê her tim mafên xwe biparêzin. Ji bo bidawîbûna vî şerî em bang li rayedaran dikin; bes e ji vê mirinê û vî şerî re."    'BÊDENGÎ MIRIN E'   Zekiye Kayayê jî diyar kir ku ew bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dike û wiha got: "Çima hê jî em li dijî bikaranîna van çekên kîmyewî deng ji xwe dernaxin? Ev çek bi qanûnê hatine qedexekirin." Kayayê destnîşan kir ku divê her kes li ber vî şerê qirêj û çekên kîmyewî rabe û wiha pê de çû: "Ji lew re şer ne çare ye, çare aştî û edalet e. Bêdengî mirin e. Ev kesên van çekan bi kar tînin jî dizanin dawiya wan hatiye."    BANGAWAZÎ   Dayika Aştiyê Rabîa Argorê jî wiha axivî: "Wijdanê me çawa tiştekî wiha qebûl dike? Zarokên me di tunelên şer de bi çekên kîmyewî bê nefes tên hiştin. Agir direşînin ser kurdan. Bikaranîna van çekan qedexe ye, lê çima li dijî kurdan tên bikaranîn? Em vê yekê qebûl nakin. Em ji bo van zarokên xwe yên tên şewitandin û bê nefes tên hiştin deng derxînin. Heya maseya aştiyê neyê danîn û mafên kurdan esas neyên girtin dê ev şer neqede. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Lê xwîn bi avê tê paqijkirin. Av jî edalet, aştî û wekhevî ye."    Ferîde Ozluyê jî xwest dawî li bikaranîna çekên kîmyewî bê û wiha bang kir: "Ev şer, zilma dewletê ya li kurdan nîşan dide. Dixwazin me bitepisînin û qir bikin. Lê em ê her tim deng derxin û aştiyê biparêzin. Em naxwazin tu kes bimire. Demildest divê ev şer biqede."