Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan 2022-11-19 12:43:52   ÎZMÎR - Jin dê li Herêma Egeyê bi çalakiyên di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu.    Wekî çar aliyên cîhanê li Tirkiyeyê jî jin wê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî li qadan bin. Jin ew ê li dijî tundiya li hemû jinên cîhanê tê kirin derkevin qadan û bibêjin "Jin jiyan azadî" û rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê li dar bixin.    Bernameya jinan a li Herêma Egeyê wiha ye:   ÎZMÎR   * 19'ê mijdarê: Wê Piştevaniya Morê li ber Îzbana Karşiyakayê daxuyaniya çapemeniyê bide. (19.00)   * 20'ê mijdarê: Platforma Jinê ya Îzmîrê wê li Şanoya Ciwaniyê ya Fuarê hevdîtina jinan pêk bîne. (16.00)   * 20'ê mijdarê: Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Îzmîrê wê panela "Mafên me, xizanî û newekheviya mekanî" li Odeya Avahîsazan li dar bixe. (14.00)   * 21'ê mijdarê: Jin bi hev re bi hêz in wê li Îzmîrê ji bo jinên hatine qetilkirin, hatine windakirin û girtin li Îskeleya Karşiyakayê daxuyaniya çapemeniyê bide.    * 22'yê mijdarê: Meclîsa Jinê ya Îzmîrê ya HDP'ê wê bi dirûşma "Em li dijî tundî şer û xizaniyê di nava raperînê de ne. Jin jiyan azadî" li ber Sumerparka berê ya Konakê daxuyaniya çapemeniyê bide. (18.00)   * 21'ê mijdarê: Jin bi hev re bi hêz in wê li Karşiyakayê daxuyaniya çapemeniyê ya bi girseyî bidin. (19.00)   * 25'ê mijdarê: Platforma Jinê ya Îzmîrê wê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan ya li Alsancakê bên gel hevdu û heta ber bi OSYM'ê meşê li dar bixin.  (18.30)   * 25'ê Mijdarê: Civaka Bisikletê ya Jinên Xemilî wê bi dirûşma "Li dijî tundiyê pedala xwe ba bide" ji Îskeleya Konakê heta Meydana Gundogduyê tûra bisikletê bikin. (17.00)   MÛGLA    * 20'ê mijdarê: Platforma Jinê ya Bodrumê wê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em di nava raperînê de ne" li Navenda Huner û Çandê ya Hakan Aykan panelê li dar bixe. (14.00)   * 25'ê mijdarê: Platforma Jinê ya Menteşeyê wê li Meydana Sinirsizlikê daxuyaniya çapemeniyê bide.    * 25'ê mijdarê: Piştevaniya Jinê ya Bodrumê wê ji Meydana Tepecik Cami heta Dara Jinê meşa Şeva Femînîst li dar bixe. (17.30)   AYDIN   * 23'yê mijdarê: Platforma Piştevaniyê ya Jinê ya Aydinê wê li Weqfa  Haci Bektaşi Veli hevdîtina jinê pêk bîne. (14.00)   * 24'ê mijdarê: Platforma Piştevaniyê ya Jinê ya Aydinê wê li Parka Ugur Mumcu stantê veke. (12.00)   * 25'ê Mijdarê:  Platforma Piştevaniyê ya Jinê ya Aydinê wê li ser Rêya Sevgi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bide. (17.00)   MANÎSA   * 25'ê Mijdarê: Platforma Jinê ya Manîsayê wê li Meydana Manolyayê daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê bide. (18.00)   BALIKESÎR   25'ê Mijdarê: Konseya Gomeç Kentê wê li Meydana Cumhuriyetê daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê bide. (16.00)